QSD'ê cebilxaneya veşartî dît
Pêncşem 29 Îlon 2022 - 02:19
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn, duyemîn mezintirîn depoya çekan a çeteyên DAIŞ’ê desteser kirine û da zanîn ku wan pîlaneke ‘terorî’ jî pûç kiriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyoneke taybet, depoya çekan a çeteyên DAIŞ’ê ya duyemîn mezin, li gundê Qîrwan ê li başûrê Til Hemîsê ya ser bi Qamişloyê desteser kiriye.
QSD´ê da zanîn ku wan cihê cebilxaneyê di encama mikurhatinên çeteyên DAIŞ´ê yên di operasyonên dawî de hatine girtin, tesbît kiriye. QSD´ê rêyên gihandina çekan ji bo kampa holê jî şopandine û gelek çeteyên di vê de rola wan hebûye, girtine. QSD´ê da zanîn ku cebilxaneya li wî gundikî ji bo pîlaneke weke ya li dijî girtîgeha Sînaayê de hatibû amadekirin û wan ev pîlan têk biriye.
Di cebilxaneyê de 58 çekên AK-77, çekeke MG3, çekeke M72 LAW, bi sedan şarjorên tivingan, 200 serikên roketên RPG-7, bi hezaran fîşekên AK-47, M16, BKC, 358 telefionêîn destan ji bo teqandina teqemeniyan, 14 mayînên bi erebeyan ve dizeliqin, gelek cebilxane û muhimatên û TNT û malzemeyên çêkirina teqemeniyan hene.
NAVENDA NÛÇEYAN