QSD'ê bêhn li çeteyan çikand

Şemî 17 Nîsan 2021 - 02:19

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqayê avêt ser şaneyeke DAIŞ'ê û deh endamên çeteyê girtin. Van kesan ku amadekariyên êrişan dikir.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên têkildarî operasyona li Reqayê ragihand.

QSD'ê got, "Yekîneyên Antî-Terorê yên girêdayî hêzên me şaneyeke aktîf a terorîstên DAIŞ'ê ya ji 10 kesan, li herêma Reqayê ji hev de xist û endamên wê kirin nezaretê. Şaneyê pîlan dikir ku kombûnên welatiyan û saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl li bajarên Reqa û Tebqayê û li gelek cihên din di meha Remezanê de bike armanc. Her wiha pîlan dikir ku çalakiyên hilweşîner pêk bîne û ewlehî û îstiqrara herêmê ji holê rake û keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn di meha pîroz de bi bin bixe."

QSDê da zanîn ku di operasyona Yekîneyên Antî-Terorê pêşî tevgera endamên şaneyê hatiye şopandin, piştre bi ser hejmarek ji hucreyên ku endamên terorîst xwe tê de vedişartin jî hatiye girtin. Di encamê de çek, belge û alavên ragihandinê yên di destê şaneyê de jî hatine desteserkirin.
Di nava kesên girtî de serçeteyê şaneyê, pisporekî teqemeniyê û yekî peywendiyan jî heye.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.