Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmên Dêrazor û Şedadê 5 endamên şaneyên veşartî yên çeteya DAIŞ`ê girtin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Kaolîsyona Navneteweyî di 2 û 4`ê Çile de li dijî şaneyên DAIŞ`ê, 2 operasyon li dar xistine.

QSD`ê destnîşan kir ku operasyon li herêmên Dêrazor û Şedadê hatine kirin: “Li gundewarên başûrê Şedadê di 2`yê Çile de, hêzên me 2 çete girtin û alavên bi wan re desteser kirin. Her wiha li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN