QSD'ê şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê girt. Li gorî agahiyan, ev şane bi gelek çalakiyên kuştinê yên li herêmê rabûye.
Doh berê sibehê, şervanên QSD`ê li aliyê başûr û rojavayê bajarokê El-Busereyayê li rojhilatê bajarê Dêrazorê operasyonek li dar xist û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ`ê girtin. Ev çete şaneyeke veşartî ya DAIŞ´ê bûn.
QSD'ê got, ev şane bi suîqast û êrişên li dijî şêniyên herêmê rabûye, nexasim êrişên bi motorsîklêtan pêk dianîn.
DÊRAZOR