QSD dikare Sûriyeyê biparêze
În 31 Çile 2025 - 03:00
Serokê Meclisa Eşîrên Tey ên Ereb destnîşan kir ku şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke ku tê de xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan têkelê hev bûye û got:"Hemû pêkate li hemberî pirsgirêkan dirûşma yekîtiyê bilind kirin."
Piştî rûxandina rêjîma Esed li Sûriyeyê û destpêkirina gotûbêjên derbarê siberoja welat û diyalogê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û hewldanên xwe yên çêkirina nakokî û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de zêde kirin.
Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman şêxên Meclîsa Eşîrên Tey ên Ereb di hevpeyvînekê de tekez kir ku hemû hewlên çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de di dema borî de bi ser neketin û dê têk biçin.
Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman destnîşan kir ku hemû hewldanên têkbirina van têkiliyên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê hemû pêkhateyên civakê ve nayên pejirandin. Her wiha diyar kir ku hin hêzên derve, di serî de dewleta Tirkyeyê ya dagirker, dixwazin nakokiyan di navbera van pêkhateyan pêk bînin û nirx û rêgezên civakê qels bikin.
Şêxê Ebdulrehman destnîşan kir ku şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke ku tê de xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan têkelê hev bûye û hemû pêkate li hemberî pirsgirêkan dirûşma yekîtiyê bilind kirin. Her wiha destnîşan kir ku dema dayîk û pîr şehîdan bi tilîliyan pêşwazî dikin, ji hemû cîhanê re peyameke xurt rêdikin ku her kes li vê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ne.
Şêx Ebdulrehman bal kişand ser wê yekê ku QSD`ê xwedî ezmûna şer û çekên pêşketî ye û dikare bibe nimûneya artêşa Sûriyeyê ya siberojê. Her wiha tekez kir ku ev yek dihêle ku her kes pê serbilind be, ji ber ku ew berî ku kurd, ereb û suryan bin, Sûriyeyî ne û hêzên wan dikarin Sûriyê bi giştî biparêzin.
ANHA/QAMIŞLO