QSD derba giran li çeteyan dixe

Şemî 18 Çile 2025 - 02:55

Navenda Ragihandinê ya QSD’ˈê der barê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:"Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hêzên me QSDˈê roja pêncşemê li gundên Bab El Ferec û Ebdulhey ên bajarokê Zirganê, çalakî  kirin. Di çarçoveya çalakiyan de li baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehat tesbîtkirin. Ji bo rakirina kuştî û birîndaran 3 ambulans derbasî baregeha Bab El Ferec bûn.

Li Eniya Dêr Hafirê jî, balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herêmê geriyan û li gundê Îmamê bi moşekan li nuqteyên hêzên me dan. Şervanên me ku bersiva êrişan da û li nuqte û erebeyên çeteyan da. Ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve jî erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin. Li eniya Bendava Tişrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê saet 04.00ˈan êrişî Girê Syriatelê kir. Hêzên me besiva êrişan da. Yekîneyên Şehîd Harûn kombûneke çeteyan kir hedef. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û yên din jî neçar man birevin. Piştre dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov êrişî herêmê kir. Di erişan de tu zerar negihaştin hêzên me. Hêzên me li gundê Sekawî depoyeke çekan a çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir hedef û hejmareke çete hatin kuştin."

Binesaziyê dikin hedef

Artêşa dewleta Tirk a dagirker stasyona ava vexwarinê ya li gundê El Fatisa û gundê Mişerfê yên dikevin rojhilatê Eyn Îsayê, bi obîsan topbaran kir.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.