QSD bi her êrişê dikare

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:20

  • Baz Cindirês: Gelê me ji bilî şervanên QSD’ê baweriya xwe ne bi kesî tîne ne jî pişta xwe dispêre kesî. Bêguman yekane çavkaniya me ya moralê gelê me ye. Gel û QSD’ê ev xak bi hev re rizgar kirin, wê bi hev re biparêzin. 

HÎVDA HEBÛN / ANHA/EYN ÎSA

Ji Fermandarên QSD’ê yê Girê Spî, Baz Cindirês got, QSD û gel wê bi hev re xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û dewleta Tirk ji bo têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Piştî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li xetên Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê liv û tevgera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bû.

Ji fermandarên Girê Spî yê QSD’ê Baz Cindirês anî ziman ku dewleta Tirk li hin qadên xeta eniyê bi karwanên eskerî tevdigere û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên li qadên dagirkirî hin civîn çêkirin. Gelekî eşkere ye bê çima dewleta Tirk ji nû ve dest bi gefxwarinan kiriye. Dewleta Tirk ev demeke bênavber êrişê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de hîn jî dewam dike.

Dewleta Tirk zêde windahî dan û xitimiye. Her wiha li Idlibê jî xitimiye. Ji ber vê yekê dixwaze ji vê rewşê derkeve. Bi êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze vê yekê bike. Her wiha li qadên ku dewleta Tirk dagir kirine, nerazîbûneke mezin a gel heye. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gel gelekî nerazî ye. Li Efrînê jin têne revandin, zarok têne revandin û fîdye tê xwestin. Li Girê Spî gel çend caran li dijî kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê rabû ser piyan û nerazîbûna xwe nîşan da. Ev hemû dike ku dewleta Tirk bêhtir tengav bibe.”

Hêzên QSD´ê amade ne

Baz Cindirês anî ziman ku dewleta Tirk timî gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û piştî şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wan hêzên xwe ji nû ve xistine nava pêvajoyeke perwerdeyê. Baz Cindirês bi bîr xist ku beriya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, QSD’ê li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin kir û got, “Bêguman şerê li dijî DAIŞ’ê naşibe şerê li dijî dewletan.

Lê belê piştî qedandina DAIŞ‘ê ya li ser erdê, weke QSD’ê li dijî teknîka sedsala 21’ê, ji bo pûçkirina vê teknîkê di taktîk û şer de me hêzên xwe xistin pêvajoyeke perwerdeyê. Di mijara teknîka şer û techîzatê de xwe perwerde kir.

Lewma hêzên me li dijî her cûre êrişên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade kirine.”

Êrişî welatparêzan dike

Baz Cindirês got, dewleta Tirk sereqet şer dike li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê: “Ji Eyn Îsayê heta Til Temir, Minbic û Şehbayê, bombardûmanê dewam dikin. Ev êriş jî bi giranî li dijî sivîlan têne kirin. Dewleta Tirk a dagirker qanûnên şer ên navneteweyî qet nas nake. Di her şerî de beriya her tiştî jiyana sivîlan tê ewlekirin. Dewleta Tirk van qanûnan hemûyan binpê dike.

Dewleta Tirk vê dawiyê, bi balafirên şer ên bêmirov êrişî sivîlan jî dike. Bi taybetî êrişê dibe ser welatparêzên dilsozê şoreşê, yên ku ji destpêka şoreşê ve her tiştên xwe fedayî şoreşê kirine û bingeha şoreşê danîne. Van êrişan jî bi rêya xayinan dike. Lewma divê gelê me, malbatên me yên welatparêz hay ji xwe hebin. Divê firsendê nedin xayinên ku li dijî şoreşê şer dikin û li gel dijmin cih digirin. Divê wan di nava xwe de qebûl nekin.”

Milet êrişan pûç dike

Fermandarê QSD’ê got, hikûmeta Şamê gelekî cih da gefxwarinên Erdogan, nûçeyên dibêjin, ‘dewleta Tirk dikare her kêliyê êriş bike’ weşandine. Wî wiha dewam kir: “Bêguman ev hemû şerê psîkolojîk ê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi vî rengî dixwazin ji gel re bêjin, ‘QSD nikare we biparêze, derbasî aliyê rejîmê bibin’. Gelê me siyasetên bi vî rengî baş fêhm dike. Gel, şerê psîkolojîk ê bi vî rengî cidî nagire. Haya gelê me ji van hemûyan heye. Welat û xaka xwe ev der e. Heger ev der bê dagirkirin cihekî ku biçe namîne. Û dizane, heger li herêma dagirkirî jî bimîne ji bilî koletiyê wê jiyaneke xwe nebe. Ji ber vê yekê gelê me ji bilî şervanên QSD’ê baweriya xwe ne bi kesî tîne ne jî pişta xwe dispêre kesî. Bêguman yekane çavkaniya me ya moralê gelê me ye. Gel û QSD’ê ev xak bi hev re rizgar kirin, wê bi hev re biparêzin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.