QSD 87 çete girtin
Pêncşem 18 Sibat 2021 - 21:36
QSD’ê di çarçoveya tolhildana Endamên Meclîsa Til Şayîr Saîde Faysel El Hermas û Hidê Letîf El Xidar de li Dêra Zorê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de 87 çete û gelek çek û cebilxaneya çeteyan hate desteserkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê di encama operasyona tolhildana El Hermas û El Xidar de, li herêma Dêra Zorê ji 4'ê Sibatê heta 14’ê Sibatê operasyoneke berfireh li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê kir.
QSD’ê li ser encamên operasyonê daxuyaniyek da û got, “DAIŞ bi taybetî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li hember destketiyên gelê herêmê, hêzê digire û hewl dide ku were ser hemdê xwe. Qetilkirina du jinên şoreşger, endamên Meclîsa Til Şayir a girêdayî Dişîşa, Seida Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar encama vê yekê bû. Ji bo tolhildana her du jinên şoreşger û da ku pêşî li rêxistinbûn û xurtbûna DAIŞ’ê were girtin, 4’ê Sibatê bi tevlîbûna hezên QSD, YPG, YPJ û Ewlekariya Hundir, li herêma Dêra Zorê operasyonek berfireh hatibû destpêkirin. Ev operasyon 14’ê Sibatê biencam bû.
Di operasyonê de kujerên her du jinên şoreşger, Ebrahîm Abd El Razzaq Hitler jî di nav de bi giştî 87 kes hatin girtin, miqdarek cebilxane hat desteserkirin. Her wiha li herêma Dişîşa, tuneleke DAIŞê hat dîtin."
Li gorî daxuyaniyê 15 çekên AK-47 (kalaşînkof), 8 dermance, 4 çekên sekvaniyê, 5 tifingên nêçîrê, çekeke Sinopal, 2 bombe û 2 mayin hatine desteserkirin.
QSD'ê got bi vî awayî derbeke mezin li DIAŞ'ê hatiye xistin û ew ê operasyonê xwe jî dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN