QSD: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

În 14 Sibat 2025 - 03:00

QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ev agahî dane:"Hêzên me li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, roja çarşemê rêzeçalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Hêzên me li baregeha li Girê Qereqozaxê û hin girên din ên ku hêzên dagirker û çeteyên wê lê bi cih bûne, xistin. Bi qasî hate tesbîtkirin di encama çalakiyan de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Yekîneyên Şehîd Harûn jî li nuqteya çeteyan a li ser Girê Qereqozaxê xist û nuqte bi temamî rûxand. Hêzên me li derdora Bendava Tişrînê droneke xwekuj a çeteyan xist. Balafirên şer li derdora bendavê êriş pêk anîn û bi obîsên giran jî herêm topbaran kirin. Di encama topbaran û bombebaranê de zerarên madî çêbûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundên Tîna û Xeseqê yên li başûrê Kobanê êrişî pêk anîn, di encamê de zerarên madî çêbûn. Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sena, girên Sêvê û Qereqozaqê bi awayekî ketober bi obîs, tank, roket û hawanan hatin topbarankirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarokê Şiyûx ê li rojavayê Kobanê kir, lê moşeka ji balafirê derket, ne teqiya. Tevgera balafirên şer ên li ser herêmê dewam kir. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Ji ber topbaranê de zerarên madî li milkên şêniyan bûn."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.