QSD’ê li Tebqayê operasyoneke mezin kir û 20 çete girtin. Di operasyonê de belgeyên li ser çeteyên pêwendiya wan bi dewleta Tirk re heye, hatin bidestxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser encamên operasyona li Tebqayê got, “Yekîneyên taybet ên QSD’ê li herêma Tebqayê û gundewarên wê bi operasyoneke ewlehiyê 20 çete girtin.”Li gorî lêpirsînên destpêkê, îsbat bû ku têkiliyên wan çeteyan bi dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî re heye û li gorî perspektîfên wan tevdigerin.”
Li gorî agahiyan, wan çeteyan di bin navê şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de êriş û destdirêjî li dijî şêniyên Tebqayê kirine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD’ê lêpisîn daye destpêkirin.
TEBQA