QSD: 14 çete hatin kuştin

În 24 Çile 2025 - 03:10

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê şerê ku li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê qewimîn de daxuyanî da û wiha got:"Li eniya başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hêzên me bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk ên bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bê mirov tên kirin dan û di encamê de 14 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Roja çarşemê, komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan li Girê Syriatel bikevin çaperên hêzên me. Hêzên me bersiva wan dan û çeteyek hate kuştin, yên mayî jî reviyan.

Her wiha hêzên me li gundên Ebû Qelqel, Til Erş û Qelaat Necmê jî çalakî li dar xistin û di encama çalakiyan de 10 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn gelek çalakî li dijî kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li kêleka şer û pevçûnên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker, balafirên şer ên dagirkeriyê gundên Bîr Hesen, depopyên genim yê Sirîn, Pira Qerqozaq, El Tîna û Ceada, derdora bendava Tişrînê û eniyên başûr û rojhilatê Minbicê, bombebaran kirin."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.