QSD: 12 dagirker hatin kuştin
Şemî 1 Sibat 2025 - 03:15
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya berxwedana 30'ê Çileyê ya li dijî êrîşên hêzên dagirker eşkere kir. Daxuyanî wiha ye:"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Roja pêncşemê balafirên şer derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê bombebaran kirin. Di heman demê de bi obîsên giran jî herêm topbaran kir. Li hemberî êrişên dagirker hêzên me li başûrê Minbicê li kombûnên çeteyan xist. Lê hejmara wan nehat zanîn. Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyên çeteyan xist, di encamê de 3 erebeyên leşkerî yên bi tîpên Toyota, Jeep û Van derb xwarin. Yekîneyê 2 kombûnên çeteyan kirin hedef, li wir bi qasî hat tesbîtkirin, 4 çete hatin kuştin ku 2 jê Ozbek in û 12 çete birîndar bûn. Hêzên me wek bersivdayîna komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Sirînê kiribû, çalakiyeke bibandor li dar xist. Di çalakiyê de baregeha dagirkerên Tirk a li Hoşeriyê hat bombebarankirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayîteke BMB ya dagirkeran derb xwar, 3 çete birîndar bûn û 2 erebeyên din jî derb xwarin. Şervanên me di çalakiya duyemîn de li Girê Qereqozaxê li bendeke çeteyan xist. Di wê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq, Melha û Bîr Hiso, balafirgeh û depoyên genim ên Sirînê yên li başûrê Kobanê bi dijwarî bombebaran kirin. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan û Melha, girên Sêvê û Qereqozaxê yên li başûrê Kobanê bi obîs û moşekan hatin topbarankirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Balafiran 4 caran êrişî nuqteyên hêzên me kir. Di encamê de 2 şervanên me bi sivikî birîndar bûn û sivîlek şehîd bû. Şervanên me bi 2 çalakiyan bersiva dagirkeran da. Çalakiya yekemîn li dijî kombûnên çeteyan hat lidarxistin, di encamê de 6 çete hatin kuştin. Di çalakiya duyemîn de jî 2 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 3 motorsîklet hatin rûxandin."
NAVENDA NÛÇEYAN