Qraliyeta Yekgirtî piştgirî da pêvajoyê
Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:28

Centre for Kurdish Progress (Navenda Pêşveçûna Kurdî) a ku navenda wê London e, li ser gava PKK’ê ya ku di cotmehê de hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê û xeta sînor vekişand, nameyeke berfireh ji Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê (FCDO) re şand.
Di nameyê de, îşaret bi gavên dîrokî yên aliyê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku PKK’ê herî dawî 26’ê Cotmehê hemû hêzên xwe ji Tirkiye û herêmên sînor bi temamî vekişand. Hate destnîşankirin ku ev gava PKK’ê piştî banga Rêber Apo ya meha Sibatê, hate avêtin. Di nameyê de hate ragihandin ku aliyê Kurd mesele ji qada leşkerî veguhezt qada siyasî û hate diyarkirin ku pêvajo ji bo aştiyê derfeteke krîtîk û hesas pêşkêş dike. Hate ragihandin ku ji bo serketina pêvajoya pêdivî bi nêzîkatiya siyasî û hiqûqî ya Enqereyê û piştevaniya dîplomatîk a hevkarên navneteweyî yên Tirkiyeyê heye. Kurdish Progress ji Hikûmetê helwesta wê ya dîplomatîk pirsî û ev jî pirsî ku plan dike çawa piştgiriyê bide diyaloga navbera Enqere û nûnerên Kurd a di pêvajoya aştiyê de? Kurdish Progress di dewama nameya xwe de ev tişt pirsîn:
- Piştî vekişîna hemû hêzên PKK’ê, nirxandina hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî û hewldanên wê yên dîplomatîk wê çi bin?
- Plan dike ku çawa piştgirî bide diyaloga navbera Enqere û nûnerên Kurd?
- Ji bo aktorên siyasî yên Kurd bi rengekî ewle derbasî pêvajoya tevlîbûna demokratîk bibin garantiyên qanûnî bên teşwîqkirin, statuya Abdullah Ocalan û bandora şert û mercên tecrîdê ya li ser îstiqrara pêvajoyê û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de Tirkiye eger biryarên DMME’yê pêk neyîne, wê berteka dîplomatîk a Qraliyeta Yekgirtî çi be?
Piştgiriyê didin pêvajoya bi PKK’ê re
Wezareta Karên Derve têkildarî helwesta hikûmetê û stratejiya wê bersiv da nameya Centre for Kurdish Progress.
Wezaretê diyar kir ku Qraliyeta Yekgirtî gavên dawî yên ji bo aştî û ewlehiyê hatine avêtin bi kêfxweşî pêşwaz dike û got, ew piştgiriyê dide pêvajoya bi PKK’ê re.
Wezaretê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan anî ziman û bilêv kir ku ew timî Tirkiyeyê teşwîq dikin ku weke endamê damezrîner ê Konseya Ewropayê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û girêdayî hiqûqê bimîne.
Wezaretê bal kişand ser rewşa siyasetmedarê Kurd ê girtî Selahattîn Demîrtaş û biryarên DMME’yê û got:“Fikara Qraliyeta Yekgirtî ya têkildarî girtîbûna Selahattîn Demîrtaş didome û bang li Tirkiyeyê dike ku berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bi cih bîne. Qraliyeta Yekgirtî ji bo şopandina van dozan bi rengekî aktîf tevlî pêvajoyên Konseya Ewropayê dibe û hîn jî Tirkiyeyê teşwîq dike ku di reformên mafên mirovan de pêşketinê bi dest bixe.”
ANF/HÎKMET ERDEN













