Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan der barê guherîn û rewşa vê dawiyê ya Rojhilata Navîn de hevpeyvînek da ANF’yê û behsa asta niha ya têkoşîna gelên Îranê ya di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê de kir. Her wiha girîngiya siyaseta Kurd û hêza parastina rewa, girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan vegot û got, piştgirî û beşdariya li kampanyaya “Azadî ji bo Ocalan û Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd” piştgirî ye li azadiya gelê Kurd û gelên Îranê.

Fuad Bêrîtan derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ev nirxandin kirin:’’Niha em di qonaxeke wisa de ne ku pêla serhildana tevgera şoreşger a jin, jiyan, azadiyê ji hêla ciwan, karker, malnişîn û girtiyên siyasî ve tê berdewamkirin. Dibe ku rejîm bikare serhildana kolanan ji bo demeke kurt bêdeng bike û tundûtîjiyê bi kar bîne. Lê belê aliyên wê yên sivîl tu carî nayên çewisandin.  Ev proseyeke şoreşgerane ye ku salek e di bin fikir û felsefeyan jin, jiyan, azadiyê de dest pê kiriye û venagere. Li Îranê desthilat û civak li hember hev sekinîne. Hemû dane nîşan didin ku rejîm di warê îdeolojîk, civakî, çandî û siyasî de rûxiyaye. Şoreşa jin, jiyan, azadiyê nîşan da ku gel her dema ku bixwazin, dikarin rewabûna rejîmê rakin, hêza leşkerî jî tê de. Sîstema Îranê ya îro ji jor ber bi jêr di yek sala borî de saziyên xwe di ber çavan re derbas kirine û ji nû ve li gorî rejîmeke dîktator saz kirine. Civak divê hay ji vî aliyê metirsîdar ê rejîmê hebe. Opozîsyon divê pir bi kûrî hişyar be û aliyên demokratîk jî rojane bernameyên guncav ji bo guherînên Îranê li dar bixin. Em wek KODAR'ê ji ber ku em sîstemeke civakê ne ji bo birêvebirineke demokratîk, em pir baldarî li ser vî aliyê disekinin.

Em di qonaxa çarenûsaz de ne

Fuad Bêrîtan derbarê tekoşîna gelê Kurd di nava vê qonaxê de jî ev nirxandin kirin:’’Di deh salên borî de her kesî bi çavên xwe dît ku hêviya ji hêzên wek Tirkiye û Îranê ku bi rêya teknolojîya pêşketî ya leşkerî dikarin dawî bi tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bînin, pûç derket. Hêzên gerîla bi îradeyeke israrker ew hêviya sexte ji nav bir.  Dawiya israra wan her çar welatên ku li Kurdistanê serdestiyê dikin ji bo jinavbirina gelê Kurd, bêencambûn e. Hem siyaseta Kurd hem jî hêza parastina rewa ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn gihîştiye qonaxeke çarenûssaz. Ji ber wê çarenûssazî û bihêzbûnê, dijmin pişta xwe bi rêyên ablûqe, şer û guherîna demografyayê li hin herêmên Kurdistanê girê dide. Tirkiye bi awayekî metirsîdar bi êgir dilîze û Îran jî bi geşbînî li çewisandina navxweyî û tundtirkirina mîlîtarîzekirinê dinêre. Her çend gelê Kurd ji hêla dewlet û hêzan ve rû bi rûyî metirsiyeke bêhempa bûye jî, lê belê şansa wê yekê heye ku bi yekîtî û yekrêzî û têkoşînê sûdê ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn wergire.

Divê herkes tevlî kampanyayê bibe

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan îşaret bi kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî kir û wiha got:’’Rêber Apo afirînerê dirûşm û felsefeya jin, jiyan, azadiyê ye ku îro hemû Îran li xwe girtiye. Nexwe eger rêzgirtin li azadî û jiyanê hebe, divê mirov beşdarî vê kampanyayê bibe. Civakên rojhilatê Kurdistanê û Îranê civakên rewşenbîr û pêşeng in li rojhilata Navîn. Pêwîst e ji vê kampanyayê nemînin. Piştgirî û parastina li Rêber Apo piştgirî ye li gelê Kurd û piştgiriya li gelê Kurd jî piştgirî ye li proseya azadiya gelên Îranê. Ev kampanya heta ku azadiya Rêber Apo ya cesteyî pêk tê, divê berdewam bike. Lewma divê jin, ciwan, rewşenbîr, karker, karmend, çalakvanên jîngehê, akademîsyen, çepgir û hêzên demokratîk ên Îranê piştgiriya vê kampanyayê bikin. Baweriya me bi vê piştgirî û çalakiyê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN