Qonaxa nû ya Sedr çi ye?

Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:42

  • Çavdêrê siyasî Xesan Şebîbî got, li Iraqê qonaxeke nû di rê de ye û rêveberiya wê jî Sedr dike: “Xwe kişandina Tevgera Sedr a ji Parlamenê amadekariya vê qonaxa nû bû.” 

Çavdêrê siyasî Xesan Şebîbî got, li Iraqê qonaxeke nû di rê de ye û rêveberiya wê jî Sedr dike: “Xwe kişandina Tevgera Sedr a ji Parlamenê amadekariya vê qonaxa nû bû.” Wî got, “Ev pişt rast dike ku planeke Muqteda Sedir heye. Pêşbîniyên herêmî û navdewletî hene ku qonaxeke nû ya komên siyasî li Iraqê di rê de ye. Sedr ji bo pêşengî ji vê qonaxa nû re bike, kar dike.”

Di 12’ê Hezîranê de bi giştî parlamenterên Tevgera Sedr bi fermana Muqteda Sedr îstîfayên xwe dan serokê parlamenê Mihemed Helbûsî jî erê kir.

Tevgera Sedr di hilbijartina 10’ê Cotmeha sala 2021’ê de 73 kursî bi dest xistibûn û li gel PDK’ê û Suniyan hevpeymanek çêkiribû, lê nekarî Hikûmeta Pirranî ya Nîştîmanî pêk bîne.

Kazimî û Reîsî civiyan

Piştî hilweşîna vê tifaqê, serokwezîrê heyî yî Iraqê Mistefa Kazimîr, beriya bi çend rojan çû Erebistana Siûdî û di vegerê de pêr jî çû Tehranê. ew li wir bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya. Serokkomarê Îranê piştgiriya Îranê ya ji bo Iraqê dubare kir. Lê gelek alî van herdu serdanên Kazimî weke hewldanên çêkirina cihekî ji bo xwe şirove dikin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.