- Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi rêzeçalakiyên “Hefteya Wêjeyî”` a bi dirûşmeya “Wêje vedenga êş û hêviyên civakê ye” kir.
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi rêzeçalakiyên “Hefteya Wêjeyî”` a bi dirûşmeya “Wêje vedenga êş û hêviyên civakê ye” kir. Çalakî bi beşdarbûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran li hola El-Burc a li Qamişloyê dest pê kir.
Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê bixêrhatina haziran kir. Nerîman Evdikê da zanîn ku “Hefteya Wêjeyî” wê her sal li bajarekî cuda were lidarxistin.
Piştî axaftinan semînera bi navê ''Wêjeya Şoreşê di Navbera Qolincên Zayînê û Jîwariyê de'' ji aliyê nivîskar û helbestvanên Kurd Kemal Necim û Beşîr Mele Newaf ve hat dayîn.
‘Xeyal di wêjeyê de bêsînor in’
Beşîr Mele Newaf got, ew hewcedarî xurtkirina xalên lawaz ên wêje û wêjevanan in: "Wêje beşek ji huner e. Huner û wêje dikarin êşa herî dijwar, êşa bêedaletiyê darîçav bikin. Heke mirov bixwaze civakekê nas bike, divê naskirina bi rêya wêje û huner esas bigire.”
Beşîr Mele Newaf got, xitaba wêjevaniyê ji ya siyasetvanan dûr e: "Ji ber ku ya wêjeyî bêhtir ber bi dil û can ve diçe. Xeyal di wêjeyê de bêsînor in û wêjeya bi xeyal di asoyeke bê dawî de ye. Rewşa wêjeyê li Rojava li şûna ku mil bi milê rewşa heyî bisekine, beşeke ji wêjevanan bi bahaneyan xwe ji berxwedan û tekoşîna heyî vedikşînin, berovajî wê, em dikarin di vê serdemê de wêjeyeke hêja çêkin.”
‘Bûyerên civakî paşguh dikin’
Kemal Necim anî ziman ku wêje berpirsyarê serketin û binketina şoreşê ye, di Şoreşa Rojava de guherîneke hêja û mezin heye tê de bi hezaran bûyerên civakî hene: “Hin wêjevan hene, li gorî fikra xwe bûyerên civakî paşguh dikin, da ku van bûyeran bi giştî bibînin gerek vegerin xwebûna xwe, li rastiya xwe vegerin. Kî ji wêjevanên me êşa di hinavê hezker, dê û bavên şehîdên me derxistiye, her wiha divê wêjevanên me di rewşa kêmderfetiyan de jî viyan û vîna aşiqên axa xwe derxîne. Wêjeya me, nebûye wêjeya civakê.
Piştre nivîskar, helbestvan, wêjevan û rewşenbîrên beşdar pirs, şirove û nirxandinên xwe kirin. Wan got, pêwîst e warê rewşenbîrî ji warê partîtî dûr bikeve, ji ber ku ev yek wê rewşê bigihîne aloziya çandê û rewşenbîrî. Divê bêhtir wêjevan nêzî êşa gel bibin da ku gel jî wan bişopîne û berhemên wan bixwîne. Di şoreşê de jî divê wêjevan xwedî fikreke şoreşgerî be.
Hefteya Wêjeyî wê heta 2`ê Hezîranê bi semîner û panelên cuda dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO