Qirkirina siyasî ji bo hilbijartinê
Çarşem 26 Nîsan 2023 - 01:05
- Desthilata dewleta Tirk a dagirker a faşîst a AKP-MHP´ê ji bo di hilbiajrtinan de karibe sextekariyan bike û Bereya Ked û Azadiyê lawaz bike, qirkirineke siyasî li Amed û 20 bajarên din kir. Bi dehan rojnamevan, hunermend û siyasetvan kirin nezaretê.
Desthilata dewleta Tirk a dagirker a AKP-MHP´ê ji hêza Kurdan a di hilbiajrtinan de tirsiya û êriş bire ser siyasetvan, parêzer, hunermend û rojnamevanên Kurd. Di vê operasyona qirkirina siyasî ya dewleta Tirk de ji bo 216 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin, dagirkeran herî kêm 126 kes kiribûn nezaretê. Di nava wan de 25 parêzer, 10 rojnamevan û 11 hunermend jî hene.
Ji pêvajoya dengdanê ya hilbijartinên 14'ê Gulanê yên serokkomarî û parlamena Tirkiyeyê re 20 roj mabûn û desthilata faşîst a dewleta dagirker ji hêza Kurdan û dostên wan tirsiya. Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaka Kurdî ya Hilbijartinê hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê enerjiyeke eşkere derxist meydanê. Partiya Çepên Kesk hem li Kurdistanê û hem li Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê bê navber bi rê ve dibe û di heman demê de jî ji bo ewlehiya sindoqan jî tedbîran digire.
Operasyona qirkirina siyasî ya doh a ku navenda wê Amed bû lê bi giştî li 21 bajaran bi rê ve çû jî esas êrişî van amadekariyên hilbijartinê kir.
Jixwe di vê êrişa qirkirina siyasî de hedef jî vê armancê eşkere nîşan didin: Rojnamevanên Çapemeniya Azad ên ku kampanyaya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk (Yeşil Sol Parti) dişopandin, siyasetvanên tifaqên Partiya Çepên Kesk tê de, hiqûqnasên ji bo ewlehiya sindoqan dixebitin, rêveberên sendîkayan û hunermend. Hêzên dewletea Tirk a dagirker ji van 126 kirin nezaretê û biryar dane ku bi giştî 216 kesan bixin nezaretê.
Endamê rêxistinê!
tohmeteke besît dixin stûyê kesên hatine girtin: Hûn endamê rêxistinê ne. Ji bo dewleteke dagirker cihêkirina endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên legal, sendîqa, navendên çand û hunerê zêde ferq nake: Hemû jî rêxistin in. Heger doza azadiya Kurdistanê yan jî mafên gelê Kurd jî bikin, ew bi hêsanî dibin “endamê rêxistinê”.
66 nav eşkere bûn
Serê pêşî rojnamevanên ku mafê ragihandinê yê miletê Kurd diparêzin, bûne hedef. Rojnamevanên di nezaretê de yên ku navên wan eşkere bûne, ev in:
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok
Nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal
Nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Oruç
Edîtora JINNEWS’ê Berîtan Canozer
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen
Rojnamevan Mehmet Yalçin
Rojnamevan Mîkaîl Barût
Êrişa bi hedef li dijî ewlekariya hilbijartinê
Di operasyiona qirkirina siyasî de mirov êrişeke yekser a li dijî ewlehiya sindoqên hilbijartinên 14´ê Gulanê jî dibîne. Gelek parêzerên ku wê pêvajoya ewlehiya sindoqan bişopandane, di çarçeoveya vê êrişê de hatin kirin. Ji parêzerên di nezaretê de yên ku navê wan ekere bûne, ev in:
Amed: Mehmet Oner, Halîse Dakali, Ozum Vûrgûn, Bunaymîn Şeker, Berdan Acûn, Pîrozhan Kalelî, Resûl Temûr, Firat Taşkin, Salîh Tekîn, Sozan Acar, Buşra Eylul Ozgultekîn, Bûrhan Artan, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulistan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hezer, Kenan Aygay, Şîrrîn Şen, Bahar Okay, ji Rihayê Gûrbet Ozbey, Rûşen Dogan, Metîn Ozbadem.
Mêrdîn: Kenan Angay, Jiyan Samedoglû.
Di çarçoveya vê êrişa qirkirina siyasî de polêsên Tirk avêtin şaxên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ên Amed, Wan, Riha, Êlih û Mêrdînê.
Bi dehan siyasetvan û aktîvîst
Navên din ên eşkere bûne yên kesên din ên di êrişa qirkirina siyasêî de hatine girtin jî ev in:
Salih Keleş û Remzî Akkaya, Mehmet Oner, Halîse Dakal, Resûl Temûr, Pîrozhan Karalî, Muhîttîn Muguç, Ozum Vurgun, Bunyamîn Şeker, Firat Taşkin, Zozan Acar, Buşra Eylul Ozgultekîn, Burhan Arta, Jiyan Sametoglû, Metîn Ozbadem, Gurbet Ozbey Oner, Adîle Salman, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulistan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hezer, Kenan Angay, Şîrîn Şen, Bahar Oktay, Berdan Acun, Havva Bîldîk, Halîl Delen, Habat Mîmkara, Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer Yildirim, Şahperi Alphan, Sezen Mercan, Marîa Oztopuz, Sûat Mustafa Şencî, Veysel Moray, Husamettîn Kiliç, Şehmûs Karadag, Semîra Akkor, Faris Turk, Tarik Zafer Yazgan, Nûrettîn Bakan, Nasîp Gultekin, Eşref Yaşa, Alattîn Zugurlî, Haydullah Zugurlî, Dogan Hatun, Rifat Ronî, Ganî Alkan, Sezgîn Bayram, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Suvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk û Mesût Baskin.
Biryara girtina 216 kesan
Di çarçoveya “lêpirsîn”a vê êrişa qirkirina siyasî de ji bo 216 kesan, biryara girtinê hatiye dayîn.
Êrişî navendên huner û çandê jî kirin
Li Amed, Mêrdîn û Êlihê dewleta Tirk a dagirker, bi hêzên xwe yên dagirkeriyê avête ser navendên çandê û gelek hunermend kirin nezaretê.
Di çarçoveya lêpirsînên qirkirina siyasî de polêsan Tirk li Amedê bi ser Şanoya Bajêr a Amedê de, Komeleya Çand û Huner ya Dîcleyê de girt. Polêsên tirk, li Mêrdînê jî avêt ser Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê û li Êlihê jî avêt ser Navenda Çandê ya Baharê. Di serdegirtinan de deriyên komeleyan hatin şikandin. Polêsên dagirker gelek xebatkarên komeleyan û hunermend kirin nezaretê.
Navên hunermend û xebatkarên van navendên çand û hunerê yên di nezaretê de û hatine zanîn ev in: Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Suvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk û Mesût Baskin.
Qirkirina siyasî rûreş kirin
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Amedê, kirina nezaretê ya rojnamevan, siyasetvan, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl protesto dikin.
Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratî (DBP) û rêxistinên civaka sivîl; qirkirina siyasî ya li dijî rojnamevan, siyasetvan, hunermend, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Kolana Huner a li Semta Ofîsê ya Yenîşehîra Amedê rûreş kirin.
AMED