Qîr, zengera rûzemînê ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Cotmeh 2021 - 01:46

  • “Ez ji Rojhilata Navîn im. Petrol, qîr û qetran çîroka Rojhilata Navîn e. Li gor min qîr zengera rûzemînê ye. Rûzemîn jî dişibe avzêmekê. Di vê keştiya ku noqî bin avzêmê dibe de ez tenê dikarim bi hunerê re mijûl bibim.”
Yusuf Akyol

 

Hunermend Yusuf Akyol bi malzemeyên wek qîr û qetranê van salên dawiyê xebatên balkêş derdixe holê. Beriya ew qîr û qetranê bikarbîne bêhtir li ser îkon û sembolan hûr bûye û di vî warî de jî gelek xebatên wî hene. Ew di sala 2017’an de bi pêşangeha xwe ya “Nebûna kirdeyê ti tiştî” vedike ku ji 6 înstalasyonên wî pêk tê. Ew bi vê pêşengeha xwe xwest nakokiyên dîrokî û hebûnî yên însanan bi nihêrînên nû bîne ziman. Lê piştî sala 2020’an ew di xebatên xwe de zêdetir bala xwe dide ser qîr û qetranê û di xebatên xwe de qîrê bikartîne. Ev xebatên wî di pêşangeha “Revival” ya “Karl&Ein Art Gallery” de li Stenbolê niha tên nîşandan. Pêşangeh heya 8’ê Cotmehê dê bidome. Yusuf Akyol ji bo qîrê dibêje, “Qîr, zengera rûzemînê ye.”

Bavê Akyol ji bo bixebite koçî Lubnanê dike. Bavê wî ji Mêrdînê û diya wî jî ji Beyrûdê ye. Gava ku şerê navxweyî li Lubananê giran dibe malbat dîsa vedigere Bakurê Kurdistanê. Yusuf Akyol 1981’an de li Êlihê tê dinyayê. Ew li Zanîngeha Kutahya di “Zankoya Hunerên Bedew” de dixwîne û lîsansa xwe temam dike. Piştî zanîngehê li Bandırma bi cî dibe û li wir ji xwe re kargeheka bi navê “Masîva” (Ji xeynî xwedê her tişt) vedike û xebatên xwe li vir bi rêve dibe. 

Malzemeyên nû kifş dike

Akyol piştî ku çend sal li vê kargeha xwe dixebite û pêşangehek vedike berê xwe dide Stenbolê û xebatên xwe li wir didomîne. Demekê bi awayekî klasîk wêneyan xêz dike lê paşê mijarên rojane ji bala wî dikêşin. Nexasim qirêjiya bajaran, malzemeyên avêtî û bajarên bi betonê tên dagirkirin bala wî dikişîne. Bi wextê re ew li ser dinya û mîtolojiyê hûr dibe û dixwaze derbarê destpêka mirovahiyê de hin xebatan çêbike. Ew bi vî awayî qîr, plastîk û qetranê nas dike û ji bo karên xwe van malzemeyan guncaw dibîne. Piştî ew ji xwe re mijar û malzemeyên nû kifş dike dîsa berê xwe dide kargeha xwe ya Bandirmayê û li wir karên xwe dewam dike. 

Di xêzkirin û boyaxkirina wêneyan de firçe malzemeyeke sereke ye lê Akyol di xebatên xwe de qet firçe naxebitîne. Her wiha ew boyaxê jî zêde bikarnayîne, bêhtir ji agir, qîr û qetranê sûd werdigire û xebatên xwe bi van malzemeyan hazir dike.

Li Tirkiye bandora ol û netewperweriyê

Ew di pêşengeha xwe ya ewil ya bi navê “Nebûna kirdeyê ti tiştî” de bi mijarên koçberiyê, nijadperestî, şerên mezheban, desthilatdarî û bîrdozî û jina bi destê desthilatdariyê tê çewisandin dadikeve û xebatên xwe li gor van mijaran disêwirîne. Akyol ji bo vê pêşengeha xwe dibêje, “Divê li vê dinyayê mirov nebe kirdeyî ti tiştî û bi vî awayî bijî, min xwest dûrî tiştên dîrokî û rêûresmên heyî tenê bi kodên îro rastiyê vebêjim. Di otoporteya jinê de min xwest hebûna jinan ya li Tirkiyê rave bikim. Jin li Tirkiye bi du tiştên sereke tên temsîlkirin. Yek ol e, ya din jî netewperwerî ye. Ol bêhtir bedena jinê dipêçe û ew dinixumîne. Netewperwerî jî ew rûyê olê bi awayekî bîrdozî vedişêre. Mirov dikare bibêje ku ev îfadeya yek rengiyê ye. Tiştekî ku ne xwedî rû be nikare xwe bîne ziman, mixabin li Tirkiye jin tenê bi bedena xwe tê ferqkirin, nêzîkatiyek bi vî rengî heye.”

Petrol û qîr çîroka Rojhilata Navîn e

Akyol ji bo qîrê, “Qîr sembola qirkirina xwezayê ye, ew xwezaya ku mirov û bi hezaran zindî tê dijîn.” dibêje û wiha dewam dike, “Ez ji Rojhilata Navîn im. Petrol, qîr û qetran çîroka Rojhilata Navîn e. Li gor min qîr zengera rûzemînê ye. Rûzemîn jî dişibe avzêmekê. Di vê keştiya ku noqî bin avzêmê dibe de ez tenê dikarim bi hunerê re mijûl bibim. Li gor min huner şêweyeke duakirinê ye. Ji ber wê di xebatên xwe de navên ferîştahên li ser rûzemînê bikartînim.”

Behsa çîroka dojehê dikim

Ew herî dawî di xebata xwe ya bi navê “Av, Ax û Zilqarneyn” de bi malzemeyên wek agir û qîrê dîsa balê dikêşe ser xwe. Akyol dibêje, “Çi tiştê ku girîngiya wî ya dîrokî hebe ez dikim perçeyekî xebatên xwe. Tiştê ku dixwazim behs bikim çîroka dojehê ye. Min zemîneke ji agir ava kir, zemîneke tarî û kaotîk. Dinyayeke ku her tişt lê ne diyar e û tirsê bi mirov re çêdike heye di xebata min de. Ev dîmenên ku min afirandiye ji dîmenên jiyana rojane ne cudatir e.”

Huner dikare perspektîfên nû kifş bike

Akyol derbarê şêweya xwe û kifşên xwe yên nû de jî dibêje, “Ev sedsal sedsaleke bêhempa ye. Pêşketinên hunerî yên di vê sedsalê dikare fikr û ramanên hunerî yên qirna navîn jî biguherîne. Huner û nivîsandina hunerê di vê sedsalê de dikare perspektîfên nû kifş bike.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.