Qir li çanda Kurdî nayê!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tebax 2024 - 00:26

Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Tehlo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda kurdî axivî.

Xelîl Tehlo di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser çanda kurdî û destdirêjiya li ser çanda kurdî; ziman û govendên kurdî, şermezar kir.

Tehlo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dê nekare deng, huner û govenda kurdî asteng bike û diyar kir ku dê bi deng, muzîk û govenda kurdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran.

Tehlo di berdewama axaftina xwe bi bîr xist ku çanda kurdî, bi hezar salan bi wêje, muzîk, şano û wêneyên xwe di dîroka şaristaniyê de cihê xwe girtiye û diyar kir ku dê dewleta Tirk nekare vê çandê tine bike. Tehlo di dawiya axaftina xwe de got: “Banga me ji gelê me re ew e ku li welat û derveyî welat bi stran û govendên xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bike.”

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrîş birine ser çanda û nasnameya kurdî û destnîşan kir ku heya niha tu encam negirtiye. Firyal Çolî da zanîn ku gelê Kurd di cîhanê de bi çanda xwe tê nasîn, lewma dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrişî çand, ziman, govend û cil û bergên kurdî kir.

Firyal Çolî di dawiya axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk a faşîst bi çi şêwazî êriş dike bila êriş bike, wê nekare encam bigire. Ji ber ku em Kurdên xwedan îrade, wêrek in. Wê hêza wê nebe ku çanda me û govenda me qir bike.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.