Rapora HDP'ê ya li ser qeyûman dibêje, "Îradeya 4 milyon hilbijêrî hate desteserkirin". Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HDP'ê li ser dagirkirina bi qeyûman, raporek eşkere kir. Hevberdevk Hediye Karaaslan got, "Li 48 şaredariyan îradeya 4 milyon û 356 hezar û 819 hilbijêrî hatiye desteserkirin."
Karaaslan got, ew dixwazin hem raya giştî agahdar bikin, hem jî rastiya qeyûm û rastiya desteserkirina îradeyê kite bi kete rave bikin: "Destpêkê em dixwazin ji 19'ê Tebaxa 2019'an û vir ve hin daneyên li ser desteserkirina îradeya gel parve bikin. Li 3 şaredariyên bajarê mezin, 5 şaredariyên bajaran, 33 şaredariyên navçeyan bi giştî li 48 şaredariyên me qeyûm hatin danîn."
Êrişa li dijî îradeya milet
Hevberdevkê bi bîr xist ku 72 hevşaredarên wan di pêvajoya dagirkirina bi qeyûman de xistine nezaretê û wiha dewam kir: "19 ji wan jin 37 hevşaredarên me hatin girtin. Hîna jî li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê 15 hevşaredarên me girtî ne. Di vê demê de li 7 hevşaredarên me cezayê girtina li malê hate birîn. 6 hevşaredarên me ev 10 meh in li malê girtî ne. Desteserkirina îradeyê di vê demê de herî zêde bandor li meclîsên şaredariyan kir ku saziya biryardanê ya xwecihî ye. Welê li 807 endamên me yên meclîsa şaredariyê kirin ku nikaribin karê xwe bikin. Qeyûman meclîsên şaredariyê di pratîkê de girtin û dest danîn ser mafê gel ê tevlîbûna li rêveberiyê. Li 48 şaredariyan îradeya 4 milyon û 456 hezar û 819 hilbijêrî hatiye desteserkirin".
Qeyûm wê li we jî bixe
Karaaslan got, li dijî destketiyên jinan êrişên giran hene û hevserokatî jî tê krîmînalîzekirin. Karaaslan di dewamê de got, "Civakê sîstema me ya hevserokatiyê ji sala 2014'an ve pejirandiye. Rewatiya mayî jî em ji destûra bingehîn, ji qanûnan û peymanên navneteweyî digirin."
Hediye Karaaslan ragihand ku partiya desthilatdar dema ku dest bi hilbijartinên 2014'an kir, ji sedî 67.2 ê nifûsê di rêveberiyên xwecihî de xwedî gotin bû û wiha dewam kir, „Sîstema qeyûm di wijdanê gel de, di wijdanê civakê de û li sindoqan hatiye mehkûmkirin. Sîstema qeyûm cenawirekî mîtolojîk e. Çawa ku sala 2019'an li we xist, desthilatdarî di sindoqê de asê kir, ev cenawirê mîtolojîk wê dawiya dawî li vê sîstemê, li we jî bixe."