Qeyûm faşîzm e!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Mijdar 2024 - 17:00

  • Hunermendên ku li Tirkiyeyê dijîn helwêst nîşanî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Kurdan dan û gotin ku ev pêkûtî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Hunermend Orhan Aydın ji bo tayînkirina qeyûman got; “Ev faşîzm e!”

Hunermendan bertek nîşanî qeyûmê tayinî şûna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û şaredariyên Xelfetî yên Mêrdîn, Êlih û Rihayê hatin kirin dan. Hunermend Nûr Surer, Orhan Aydin, Lale Mansur û Suavî axivîn û xwestin ku li hemberî vê pêkanînê tu kes bêdeng nemîne. 

Nûr Surerê diyar kir ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de di vê qonaxê de bûye werzîş û got: "Bi rastî ev tiştekî çaverêkirî bû. Ji ber ku ji bo vê hikûmetê piştî hilbijartinên şaredariyan li bajarên Kurdistanê tayînkirina qeyûman bi rastî jî bûye werzîşek. Hûn çawa dikarin kesekî ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ji wezîfeyê digirin? Û ev walî çi meraq in ku bibin şaredar! Madem wiha ye nexwe bila di hilbijartinê de bûbûna namzet.  Faşîzma 12'ê Îlonê ji bo me tiştekî berbat bû, lê em di dema Kenan Evrenê faşîst de jî dadiketin kuçeyan û me çalakî li dar dixistin. Ez wekî hunermendeke ku bi vî welatî re pirsgirêkên wê hene, pir xemgîn im."  

Surerê îşaret bi wê yekê jî kir ku eger deng dernekeve dê tayînkirina qeyûman tenê li Kurdistanê bi sînor nemîne û got: "Hêvîdar im demildest dest ji vê şaşiyê berdin."

‘Qeyûm faşîzm e’

Orhan Aydin polîtîkaya qeyûm wekî faşîzmê pênase kir û got: "Ev pêkanînên ku li Esenyûrtê dest pê kirin û demeke dirêj veguherî nêçîrê, divê demildest bi dawî bibin. Şaredarên ku bi dengê gel hatine hilbijartin, divê peywira xwe pêk bînin. Pir eşkere ye ku armanca qeyûmê çi ye: qeyûm faşîzm e." Aydin işaret bi pêngava qeyûm ya ku dihat xwestin li Wanê bihata kirin, lê bi berxwedana gel hat paşxistin û diyar kir ku divê îro jî heman helwest bê nîşandan. 

Hunermend Orhan Aydin diyar kir ku divê tu kes li hember tayînkirina qeyiman bêdeng nemîne û got: "Me helwesta gelê Wanê ya li dijî qeyim, bi berxwedanê silav kiribû. Divê heman tişt bên kirin."