Qeyûm dewamiya tecrîdê ye
Çarşem 4 Kanûn 2024 - 02:25
ROZA METÎNA / AMED
Hevseroka DBP’ê Sultan Yaray da zanîn gotina aştiyê ya îktidarê ger ji dil ba qeyûm tayin nedikir û wiha got:” Ev di heman demê de bi tecrîdê jî girêdayîye. Ev berdewamiya tecrîdê ye. Îro tecrîd tunebaya wê qeyûm jî nehata tayinkirin.”
Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiya Rihayê hatibûn kirin. Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Beriya qeyûm tayîn bikin, rûniştina doza Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hat dîtin. Di danişînê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak hat birîn. Dîsa di 29’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Miksê ya Wanê hat kirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray têkildarî tayinkirina qeyûman nirxandin kir.
Qeyûm kûrkirina şer e
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray da zanîn tayinkirina qeyûman binpêkirina hiqûqê ye û wiha got:”Qeyûm desteserkirina îradeya gel e. Nenaskirina îradeya gel e. Yek jê ya herî girîng jî tayinkirina qeyûman kûrkirina şerê li dijî Gelê Kurd e. Ger îro derdekî çareseriyê yê AKP-MHP’ê heba wê îradeya Gelê Kurd nas bikira û qeyûm tayin nedikirin. Bi tayinkirina qeyûman re hilbijartinê vala derdixin û demokrasiyê binpê dikin. Mafê mirovan binpê dikin. Di heman demê de jî ev yek binpêkirina hiqûqê ye. Ji bo tayinkirina qeyûman zagonek derxistin û ji bo qeyûman tayin bikin bi taybet li hincetan digerin. Ji xwe re hincatan pêde dikin.”
Şaredarî tên dagirkirin
Sultan Yaray bi lêv kir ku tayinkirina qeyûman dagirkirin e û wiha got:”Tayinkirina qeyûman di nava tu zagonan de cihê xwe nagire. Nabe ku tu hilbijartinekê çêbike û pişt re jî qeyûm tayin bike. Her wiha cihên ku qeyûm lê tayin dibin jî em nikarin bêjin ên gel in. Dema qeyûm tê tayinkirin temamiya şaredariyan bi betonan dorpêç dikin û tu ferqiya wê ji qereqolan namîne. Bi polîs û tomayên xwe wekî hevşaredara Dêrsimê got, wir dagir dikin. Şaredarî tên dagirkirin û ev yek nayê qebûlkirin. Divê her kesên xwedî wijdan û xwedî exlaq dengê xwe bilind bikin û li dijî van qeyûmana serî hildin. Divê em serî netewînin û hêza xwe bikin yek da ku paşde gav biavêjin. Em dikarin mînaka Wanê bidin. Bi saya berxwedana gel paşde gav avêtin û qeyûm nehat tayinkirin. Ev jî nîşan dide ku dema berxwedan xurt be mirov dikare bi wan gavê paşde bide avêtin. Gelê Kurd mafdar in û baweriya xwe bi xwe tîne. Û dizane ku mafê wan ê rewa ye ku xwe bi rê ve bibin. Lê belê pergala AKP-MHP’ê her tim şûrê xwe yê faşîzmê li kurdan dirêj dike.”
Qeyûm dewamiya tecrîdê ye
Sultan Yaray da zanîn ger îro tecrîd tunebaya wê qeyûm jî tunebana û wiha pê de çû:”Kengî behsa aştiyê û pêvajoyeke nermtir dikin tu dibînî ji aliyekî jî şerê xwe kûrtir dikin. Zextên xwe kûrtir dikin. Ev jî baweriyê nade Gelê Kurd. Gelê Kurd dizane ku ew destê dirêj dikin ne ji dil e. Heger ji dil ban qeyûm tayin nedikirin. Niha li vir êrişên li ser saziyên jinan jî mijara gotinê ye. Qeyûm saziyên jinan digire. Êrişî ziman dikin. Ev di heman demê de bi tecrîdê jî girêdayîye. Ev berdewamiya tecrîdê ye. Îro tecrîd tunebaya wê qeyûm jî nehata tayinkirin.”
Qeyûm talan e
Sultan Yaray diyar kir ku tayinkirina qeyûman binpêkirina daxwaza aştiyê ye û wiha dewam kir:”Qeyûm talan e. Dema qeyûm hat şaredarî vala kir. Ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Pereyên di kaseyên şarederiyên me de dişinin bajarên dinê û cudahiyê dixin navbera me. Ji ber ku nikarin xwe li ser linga bihêlin loma qeyûman tayin dikin. Dixwazin bi dijminatiya li dijî kurdan bi ser bikevin. Gelê Kurd bi salan e destê aştiyê dirêjî wan dikin lê ew dîsa êriş dikin. Ew konsepta xwe ya şer didomînin. Ev qeyûm binpêkirina daxwaza aştiyê ye jî.”
Em dev ji têkoşînê bernadin
Sultan Yaray herî dawî bi bîr xist ku dirûşma Jin Jiyan Azadî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin lê tevî vê jî ew ê jin dev ji dirûşma xwe bernedin. Sultan Yaray wiha got:”Niha pergala heyî sîstema hevserokatiyê dike hedef û dirûşma Jin Jiyan Azadî qedexe dikin. Felsefeya vê dirûşmê li cîhanê belav bûye. Bi qedexeyan nikarin vê dirûşmê ji devê jinan qut bikin. Em wekî jinên kurd dev ji têkoşîna xwe bernadin em dev ji dirûşma xwe ya Jin Jiyan Azadî bernadin.”