Qeyûm asîmîlasyon e
Pêncşem 6 Sibat 2025 - 02:45
ROZA METÎNA / AMED
Nivîskar Adil Qazî da zanîn yek ji armanca tayinkirina qeyûman a ji bo şaredariyên kurdan pêkanîna polîtîkayên asîmîlasyonê ye û wiha got:"Ev qeyûm neyarê zimanê Kurdî ye. Neyarê çanda Kurdî ye. Ez dikarim bibêjim ev pergal di şexsê qeyûman de dijminahiya erdnîgariya Kurdan dike."
Polîtîkayên îktidara AKP-MHP'ê yên tayinkirina qeyûman a li bajarê kurdan dewam dikin. Herî dawî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê di 29'ê Çileyê de Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi ji wezîfeyê girt û qeyûm taynîî Şaredariya Sêrtê kir. Çalakî û nerazîbûnên li dijî tayinkirina qeyûman jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin.
Nivîskar Adil Qazî têkildarî polîtîkayên îktidara AKP-MHP'ê yên tayinkirina qeyûman a li bajarê kurdan dewam dikin, nirxandin kir.
Armanca qeyûman
Nivîskar Adil Qazî di destpêkê de bal bir ser armanca tayinkirina qeyûman û wiha got:"Dema em li feraseta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dinêrin feraseteke li ser çareseriyê û wekheviyê derdixe pêş. Li her derê ku DEM Partî bi ser ketiye li wan hemû deveran bi pergaleke alternatîf, demokratîk û li ser feraset û hişmendiyeke hevpar, ekolojîk demokratîk û azadiya zayendiyê bi rê ve dibe. Vê carê dema ev alternatîf, rêveberî pêk tê, ev nayê hesabê hukumeta navendî. Ji bo xwe wek gef û gur dibîne, xeternak dibîne. Loma ku bi hêza destê xwe qeyûman tayînî van şaredariyên DEM Partiyê dikin û desteser dikin. Armanca wan a din jî aborî ye. Naxwazin derfetê şaredariyê ji gelê heremê ku heq kirine re bê xerckirin. Girtina kar û derfetê aboriyê ji gelê welatparêz re vebe. Dixwazin pêşî li rêya vebûna derfetan bigrin. Naxwazin gel û herêm pêş keve. Armanca hukumeta navendî, pergala giştî ya Tirkiyeyê ya sereke jî înkarkirina hebûna nasnameya Kurd e. Li gor vê pergala navendî Kurd nîne. Li Tirkiyeyê her kes Tirk e yan jî neçar e xwe tirk bipejirîne. Ji ber vê jî dixwaze gelên wê herêmê bi birçîbûnê terbiye bike. Wan ji aboriya heyî bêpar bihêle da ku neçarê ber derê xwe bike. Yanî mirov dikare bibêje pergala heyî deriyê aboriyê ji nasnameyên cuda re girtiye, digire."
Kurd tên înkarkirin
Adil Qazî da zanîn ku pergala heyî kurdan nahesibîne û wiha pê de çû:"Yek jî ev qad ji pratîzekirina polîtîka û birdoziya gel re derfetek e, lê naxwazin Kurd ji vê derfetê sûdê wergirin. Wekî mînak; zimanê vî gelî bi Kurdî ye. Gel dixwaze bi zimanê xwe karguzarî bibîne. Bijî, li her qadê jiyanê bi zimanê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Di serî de jî perwerdeya bi zimanê dayikê ferz e. Ji ber vêna şaredariyên heremê Pirzimanî-Pirçandî ji bo xwe kirine armanc. Li her deverên ku li ser kar in teqez divê li gor armanc û xwestekên gel werin birêvebirin. Pergala heyî Komara Tirkiyeyê gelê Kurd ê yek ji gelê herî qedîm ê heremê înkar dike, nahesibîne û nahêle xwe nas bike. Ji ber vê jî bêguman naxwaze dinya jî pê bihese ku li vê erdnîgariyê Kurd jî hene û xwedî çand û nasnameyek cuda ne. Dema têkiliyên şaredariyan bi derveyê welatekî re çêdibe bêguman qala nasnameya Kurd jî tê kirin ku Kurd ji mafên xwe yên siyasî bêpar in û têne înkarkirin, ev hişyarbûniyekê bi xwe re tîne. Ev jî dibe sedemê ku şaredarî were desteserkirin."
Qeyûm asîmîlasyon e
Adil Qazî di heman demê de bal bir ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên qeyûman û wiha got:"Ev pergal ji avabûna xwe ve armanca wê ya sereke asîmîlasyon e. Loma ku di zagon û makezagonên xwe de yekzimanî yek çandî, yek nasnameyî, yek alî li ser gel ferz kiriye. Qeyûm jî amûrê pêkanîna van zagonan e. Çawa ku desteser kirin di roja ewil de tabelayên bi Kurdî rakirin, ji ciyên wan daxistin. Ev qeyûm neyarê zimanê Kurdî ye. Neyarê çanda Kurdî ye. Ez dikarim bibêjim ev pergal di şexsê qeyûman de dijminahiya erdnîgariya Kurdan dike. Dijminê hemû xwezaya Kurd û Kurdistanê ye. Ji nebatan bigir heta ajalên vî welatî jî ev pergal ji bo xwe xeternak dibîne. Dixwaze ji holê rabike. Jixwe erdnîgariya welêt bi awayekî sîstematîk dişewitîne. Bi awayekî vekirî agir berdide daristanan, dike çol û ev pergala heyî naxwaze gihayek jî li vê erdnîgariyê şîn bibe."
Pergala hevserokatiyê dibe hedef
Adil Qazî da zanîn bi qeyûman pergala hevserokatiyê jî dibe hedef û wiha got:"Hedefgirtina hevşaredariyê, di heman demê de hedefgirtina Pergala Modernîteya Demokratîk, ekolojî azadiya zayendiyê ye. Ku ev di hemû sazî û dezgeyên civakî-demokratîk de wek pergal hatiye rûniştin. Hevserokatî di nava civakê de rêbazeke herî pêşketî nûjen û demokratîk e ku pergala yekperestî, rejîma qeyûm naxwaze. Hevserokatî çirûska azadiya jinê-civakê ronî dike. Pergala ku dijdemokratîk be lazim e di serî de azadiya jinê asteng bike. Qeyûm jî vêya dike. Dîsa heman pergala dijdemokratîk li hember desthelatdariya jinan e. Naxwaze bi navê jinan konek jî ava bibe sazî û dezgeyê jinan ji bo vê pergalê xeternak e. Ji ber vê jî armanc û hedefa qeyûman di serî de desthilatiya jinê ye ku naxwaze jin xwe bi xwe bi rê ve bibe. Maye kû îro êdî jin ne tenê xwe bi rê ve dibe, gihiştiye wê astê ku jin dikare civakê, herêmê tew dewletan bi rê ve bibin. Ev jî dibe sedemê hilweşîna pergala Modernîteya Kapîtal. Loma ku êrîşa qeyûm a ewil sazî û dezgeyên jinan û pê re hemû saziyên gel ê demokratîk e."