Qeyûm veguheriye polîtîkaya êrîşê
Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:05
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz polîtîkayên qeyûman ên hikûmetê nirxand û got:"Nemaze piştî hilbijartina dawî, em dibînin ku ev polîtîkayên qeyûm ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû qadên têkoşînê yên yekbûyî yên ku Kurdan bi wan re tifaq çêkirine, hêzên xwe kirine yek û mûxalefet xurt kirine, veguheriye polîtîkaya êrîşê." Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz tayînkirina qeyûman nirxand.
Qeyûm veguheriye polîtîkaya êrîşê
Sumeyye Boz diyar kir ku dema behsa polîtîkayên qeyûman tê kirin, divê ne tenê li tiştên ku niha diqewimin, li êrîşên dîrokî yên desthilatdariyê ya li dijî gelê Kurd, çand Kurd, zimanê Kurdî jî bê nihêrtin û wiha got: "Qeyûm aliyekî din ê zextên li ser gelê Kurd in. Lê belê divê em balê bikşînin ser aliyekî din jî, nemaze piştî hilbijartina dawî, em dibînin ku ev polîtîkayên qeyûm ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû qadên têkoşînê yên yekbûyî yên ku Kurdan bi wan re tifaq çêkirine, hêzên xwe kirine yek û mûxalefet xurt kirine, veguheriye polîtîkaya êrîşê."
Qeyûm darbeyeke siyasî ye
Sumeyye Boz, destnîşan kir ku dema ew li polîtîkaya sê serdemên hatine meşandin dinêrin, ne tenê di her sê serdeman de, li her qada ku Kurdan hebûna xwe diyar kirine, mudaxele hatiye kirin û got: “Bi taybetî dema ku em balê bikişînin ser şaredariyan û rêveberiyên herêmî, divê em heta dema Edîp Solmaz vegerin. Rewşeke dîrokî ya wisa balkêş heye. Ji wê derê ve em dibînin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yê heta roja me ya îro jî bi awayekî ku li her aliyê civakê belav dibe pêk tên. Qeyûm di eslê xwe de darbeyeke siyasî ye. Ev êrîşek topyekûn li dijî hebûna gelê Kurd e."
Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Sumeyye Boz, anî ziman ku dewlet gel di nava xizaniyê de dihêle, her wiha sermaye û qada xwe ya şer jî dewlemend dike û hêza xwe bi vî rengî rewa nîşan dide. Sumeyye Boz wiha got: “Em ê li dijî vê di serî de jin li her qadê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku ji bo azadiya civakî û aştiya civakî û li dijî polîtîkayên qeyûman her tim jin di refên herî pêş de têkoşiyane. Di 10’ê Sibatê de bi pêşengiya TJA’yê ji aliyê jinan ve meşa azadiyê hate lidarxistin. Êrîşên hovane yên polîsan jî nîşaneya bêtehamuliya li hemberî civakê û hebûna jinê di qada civakî, kolanan, siyasetê û jiyanê de ye.”
JINNEWS/QERS/NESLÎHAN KARDAŞ