Bêyî azadiya Ocalan aştî pêk nayê
În 25 Nîsan 2025 - 03:10
Sekreterê Giştî yê Partiya Veavakirina Komunîst Maurizio Acerbo da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan gava yekem a aştiyê ye û got: "Bêyî azadiya Ocalan pêvajoyeke aştiyê pêk nayê. "
Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hat dayîn, li hemû cîhanê bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike. Di konferansa bi navê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku di navbera 11-12’ê Nîsanê de li paytexta Îtalya Romayê pêk hat de, mijara sereke banga Ocalan bû. Di konferansê de bi sedan rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de kesayetên naskirî yên cîhanê amade bûn. Di konferansê de Sekreterê Giştî yê Partiya Veavakirina Komunîst a Îtalyayê (Partito della Rifondazione Comunista-PRC) Maurizio Acerbo jî li ser azadiya Ocalan û mînakên cîhanê axaftinek kir.
Maurizio Acerbo têkildarî mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin û banga Abdullah Ocalan nirxand.
Maurizio Acerbo destnîşan kir ku konferansa li Romayê civîneke girîng bû û got: "Ji ber ku di sala 1999'an de ji bo mafê siyasî yê hêwirandinê em bi Ocalan re çûn Îtalyayê. Lê mixabin hikûmeta Îtalyayê li hemberî zextên DYA, NATO û partiyên rastgir xwedî li rûmeta xwe derneket. Ez bi bîr tînim ku di wê demê de raya giştî li ser dîrok û têkoşîna gelê kurd gelekî kêm dizanibû."
Maurizio Acerbo diyar kir ku Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) yê Îtalî ku di şerê li dijî DAIŞ'ê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava refên HSD'ê de cih girt û di sala 2019'an de jiyana xwe ji dest da, feraseta li dijî tevgera kurd têk bir. Maurizio Acerbo da zanîn ku bavê Orsetti her tim bi gelê kurd re ye.
Maurizio Acerbo diyar kir ku di konferansê de îşaret bi pêwîstiya misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye kirin û got: "Bêyî azadiya Ocalan pêvajoyeke aştiyê pêk nayê. Pêngava yekem a aştiyê ya li Afrîkaya Başûr azadiya Nelson Mandela bû. Heman tişt ji bo Ocalan jî derbasdar e. Ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gava yekemîn azadiya Ocalan e."
Maurizio Acerbo anî ziman ku Tirkiye endamê NATO'yê ye û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Tirkiyeyê pêwîst e û got: "Pêwîst e welatên Ewropayê zextê li wan bikin. Yekemîn gava ku divê Yekîtiya Ewropayê biavêje, derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ye. Bi biryareke bi vî rengî dikarin bêjin êdî bes e ji tiştên ku hatine kirin re."
MA / HÎVDA ÇELEBÎ /NAVENDA NÛÇEYAN