Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye

În 25 Nîsan 2025 - 03:15

Navenda Lêkolîna Qada Sosyo-Polîtîk (SAMER) di navbera 22 û 26'ê Adara 2025'an de li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo destpê kir lêkolîneke berfireh a qadê kir. Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç ji ANF'ê re axivî û got:"Ji ber bang û daxuyaniya Birêz Ocalan, helbet di nava civakê de di hin aliyan de rehetî û hêvî çêkiriye.” Yuksel Genç, anî ziman ku ji bo pêşdebirina pêvajoyê tenê bang têrê nake û got divê dewlet jî gavên berbiçav bavêje. Yuksel Genç, destnîşan kir ku gavneavêtina desthilatdariyê di nava civakê de fikaran çêdike û got:“Li kolanan ji sedî 60’î mirov daxuyaniya Birêz Ocalan erênî dibîne, lê beşek girîng jî bi fikar e. Gel bi hêvî ye lê di heman demê de bi guman e.” Yuksel genç, da zanîn ku di nava daxwazên civakê de yên herî girîng ev in:“Derxistina efûya giştî, bikaranîna zimanê aştiyane, Birêz Ocalan jî raste rast di nava pêvajoyê de cih bigire û ji mafê hêviyê sûd werbigire, azadkirina girtiyên nexweş û temînata qanûnî ya pêvajoyê ye.” Yuksel Genç, diyar kir ku piraniya van daxwazan ji dewletê tên kirin û got ku bi hewldanên yekalî çareserî pêk nayê. Yuksel Genç, da xuyakirin ku gelê Kurd ji aştiyê re amade ye, lê astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê dewlet û pêkhateya neteweperest a serdest e.

Yuksel Genç, her wiha destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û “mafê hêviyê” di rojevê de be û diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya rêxistinbûnî û xwe îfadekirinê pir kêm e û got ku di van şert û mercan de zehmet e ku mirov bi eşkere behsa aştiyê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.