Şaredariya Qaxizmanê jî desteser kirin

Sêşem 25 Sibat 2025 - 03:30

Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn. Avahiya şaredariyê ji hêla polêsan ve hatibû dorpêçkirin. Di teblîxata wezaretê de hate diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin. 

DEM Partî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizman a Qersê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Kesên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizman a Qersê, şerê îktîdara AKP’ê yê li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelan e. Lê belê ne em ne jî gelên me wê xespkirina qeyûman qebûl neke. Em vê derbeya li dijî demokrasiyê, li dijî îradeya gel û li dijî hevşaredarên hilbijartî bi tu awayî qebûl nakin. Ew ê pergala qeyûm têk biçe û gel bi ser keve.” 

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Burhanettîn Bulut jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm da û  got:“Bi ser hilbijartinên 31’ê Adarê re hê jî salek derbas nebûye ku îktîdarê bi rêya lîstikên ser maseyê 12 şaredariyên nekarîbû di hilbijartinê de qezenc bike desteser kir. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê derbeyeke li dijî îradeya xelkê Qaxizmanê û demokrasiyê ye. Em vê bêhiqûqiyê, dijminatiya li demokrasiyê û zordestiya qeyûm red dikin.” 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.