Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
În 25 Nîsan 2025 - 03:30
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi koma ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê dewam dike. Di çalakiyê de rûspiyê eşîra Efadile, Şêx Ayid El Hadî peyamek da û diyar kir ku ew ê weke eşîrên herêmê parastina destkeftiyên hatine bidestxistin bidomînin û li hemberî hemû astengî û êrişan li ber xwe bidin û got:"Ligel mercên ku herêmên me tê re derbas dibin, ji bingeha girêdana me ya bi rêgez û nirxên me yên nîştimanî re, em eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku helwesta me sabit e, em piştgiriyê didin berxwedana Bendava Tişrînê. Ev bendav ji bo me sembola rûmet û îradeya gelê dixwaze qedera xwe diyar bike." Şêx El Hadî qala projeya Rêveberiya Xweser jî kir û wekî "modela demokratîk a herî pêşketî ku asoyên tevkariyê li pêşiya tevahiya pêkhateyan vedike"bi nav kir û got:"Rêveberiya Xweser li ser asta Sûriyeyê xwe wekî modeleke bêhempa îsbat dike. Bi saya vê rêveberiyê ewlehî hatiye pêkanîn û hewl tê dayîn ku hêviyên gelên herêmê yên avakirina civakeke hevgirtî ya bi hêz pêk bîne." Şêx El Hadî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:"Fedakariyên wan wekî bîranînên ji rêzê nînin, lê belê wê meşaleyên ku rêya siberoja ronî dikin, bibînin." Şêx El Hadî anî ziman ku wê berxwedanê berdewam bikin û got:"Em eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin xwe û gelê xwe ku em ê têkoşîna ber bi edalet û azadiyê ve bidomînin. Li hemberî arîşeyan em ê bi destkeftiyên xwe ve girêdayî bin û hevgirtî bimînin da ku siberojeke ronak ava bikin." Piştre dirûşme hatin berzkirin, stran hatin gotin û govend hatin gerandin.
ANHA/BENDAVA TIŞRÎNÊ