Diyala Mihemed şehîd bû

În 25 Nîsan 2025 - 03:25

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Reqayê Diyala Mihemed Xelîl li Bendava Tişrînê ji ber hilweşîna dîwar şehîd bû. Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ragihand ku endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a bajarê Reqayê Diyala Mihemed Xelîl şehîd bûye. Meclisê diyar kir ku endama Tevgera Hîlala a bajarê Reqayê Diyala Mihemed Xelîl ku li Bendava Tişrîn di nobeta berxwedanê de bû, li bendava Tişrînê ji ber hilweşandina dîwar, şehîd bûye. Diyala Mihemed Xelîl, ji 21’ê Nîsanê ve ji bo parastina av, ax û kehrebeyê di çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê de ye.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.