Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî ya Komeley Kurdistanê Runak Mecid, diyar kir ku sedema qeyrana li Herêma Federe ya Kurdistanê ji têkiliyên şaş ên bi Tirkiyeyê re ne û got: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê qeyrana aborî û siyasî heye. Sedema vê yekê jî ew e, Dewleta Tirk û Erdogan hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi rêve dibin.” 

Li Herêma Federe ya Kurdistanê çend rojên dawî gel çalakiyan li dar dixin û li dijî hikûmetê nerazîbûna xwe nîşan didin. Ji ber qeyrana aborî û siyasî li herêmên Silêmanî, Kerkuk, Ranya, Germiyan, Kelar, Halepçe, Şarezor û Duhokê di pêşengiya ciwanan de çalakî tên lidarxistin. Girseyên ku daketin kolanan li dijî PDK, YNK û Tevgera Goran nerazibûnên xwe anîn ziman û hin avahiyên partiyan şewitandin. Di çalakiyan de heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Silêmanî û gelek bajarên din ketin û derketina bajaran hatin qedexekirin. Lê dîsa çalakî didomin. 

Polîtîkayên heyî şaş in

Cîgira Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî ya Komelgey Kurdistan Runak Mecid, geşedanên li herêmê şirove kirin û anî ziman ku PDK 29 sal in herêmê bi rêve dibe û got: ”PDK herêmê şaş bi rêve dibe. Ji ber polîtîkayên şaş li herêmê hem qeyrana aborî hem jî qeyrana siyasî heye. Dîsa ji ber van polîtîkayan êdî gel nikare debara xwe bike. Niha jiyan tevizî ye. Mirov kar dikin, lê nikarin mûçeyên xwe bistînin. Piştî sala 2014’an meaşên welatiyan kêm kirin. Li gel vê yekê jî dîsa meaşên wan nadin wan. Piraniya mirovan betal in. Bi taybetî herî zêde ciwan betal in.” 
 
Bi sîlehê bersiv didin 

Mecîd, destnîşan kir ku 2 daxwazên çalakgeran hene û got: ”Çalakger ewil dixwazin ev hikûmet dest ji kar berde. Diyar dikin ku hikûmeta heyî êdî nikare Herêma Federe ya Kurdistanê bi rêve bibe. Ciwan vê yekê dibînin. Dîsa çalakger mûçeyên xwe dixwazin. Lê hikûmet bi çekan û tundiyê bersiv dide van daxwazên demokratîk. Bi taybetî li herêma PDK’ê tundî zêde ye. Ciwanan binçav dikin û digirin. Sedema hemû pirsgirêkên li herêmê Tirkiye û Erdogan e. Sedem têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re ne. Tişta ku AKP li Tirkiyeyê dike, îro PDK heman tiştî li herêmê dike. Mirov dikare bêje hikûmeta başûr ji aliyê Tirkiye û Erdogan ve tê birêvebirin. Hikûmeta başûr dikare meaşê karkeran bide. Lê ji ber bi Tirkiyeyê re peymana 50 salan a petrolê îmze kiriye, Tirkiye destûr nade. Vê peymanê jî vedişêrin.”

MA/STENBOL