Qeşayên Cîloyê li ber nemanê ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 22:24

  • Qeşayên Çiyayên Cîloyê beriya qederê 20 hezar salan pêk hatine. lê roja me ya îro ev qeşa hema hema bi temamî heliyane. 

MIHEME PORGEBOL / COLEMÊRG

Qeşayên Çiyayên Cîloyê beriya qederê 20 hezar salan pêk hatine. lê roja me ya îro ev qeşa hema hema bi temamî heliyane. Devî germbûna global û krîza avhewayê, dagirkeriya li Kurdistanê jî di heliyana qeşayên Cîloyê de xwedî rol in. Sedemên herî darî çav a heliyana qeşayê esas ev in: Operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gazên kîmyewî yên ku di van êrişên dagirkeiryê de tên bikaranîn.  

Bi îdîaya ku dever cihê zivistanan bi cih bûna gerîlayan e, her sal bi hezaran metrekab gazên bi jehr bi kar tîne li vê deverê û ew jî heliyana qeşayên Çîloyê bi lez dike.  

Ji bo operasyonên dagirkeriyê rê hatin çêkirin û heta ji bo festîvalan jî rêyên maşînan çêkirin. Ev hemû jî dikin ku qeşa bi leztir bihelin. 

Çiayê Cîlo 4135 metreyan bilind e. Sala 1848´an berê qeşayên Çêloyê weke 4 kîlometre hatibû pîvan. Sala 2017´an ev ber mabû tenê 1300 metre. Stûriya qeşayê jî tenê 40 metro mabû. Yanî ji qeşayên Cîloyê êdî hema hema ti tişt nemaye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.