Bi aqûbeta rojnameger Qehreman Şukrî yê ku PDK’ê ew kire nezaretê, 77 roje nayê zanîn. Tevî ku malbata wî gelek caran ji bo hevdîtinê miracaet kir jî, rayedarên PDK'ê ne agahiyê li ser wî didin, ne jî cihê lê tê ragirtin didin zanîn.

Di 27’ê Çileyê 2021’ê de hêzeke çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala Rojnameger Qehreman Şukrî de girt. Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhev kirin, ji malbata rojnameger re axaftinên nexweş jî kirin. Çekdaran Qehreman Şukrî kire nezaretê û bire cihekî nediyar.

Îro 78 roj in ku malbata wî, bi aqûbeta Qehreman Şukrî nizane. Asayîşa Şêladizê, ti agahiyê derbarê Qehreman de nade malbatê. Malbat ne bi cihê Qehreman lê tê ragirtin û ne jî bi sedema girtina wî dizane.

PDK'ê Qehrman şukrî heta niha sê caran kiriye nezaretê; sala 2020’an piştî 98 rojên di hepsê de, bi 10 milyon dînar kefalet hatibû berdan.

Rojnameger Qehreman Şukrî 23 salî ye, niştecihê Komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê ye.

DIHOK