Qedexeya PKK’ê bê edaletî ye

Şemî 18 Mijdar 2023 - 00:43

Saziyên Kurd ên li Elmanyayê ji bo meşa 18’ê Mijdarê ya li Berlînê ku bi armanca bidawîkirina qedexeya li ser PKK’ê ya ku 30 salên xwe temam kir û şermezarkirina Erdogan ku hatiye Elmanyayê, daxuyanî dan.

Federasyona Gelê Kurd FED-GEL’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:’’Berxwedana gelê PKK’yî ya ku 45 sal in li çiya û bajarên Kurdistanê berdewam dike, bîranînên lehengî, fedekarî û berxwedanên ku nayên jibîrkirin afirand. Tifaqa ku desthilatdarên herêmî yên mêtinger ev çaryek sed sal in bi hêzên navneteweyî re ava kirine, îro li ber vîna Kurdan têk çûye. Vîna PKK’iyên li dora Rêbertiyê bûne yek, her carê komplo û polîtîkayên tasfiyekirinê yên navneteweyî pûç kirine.

Di serdema me de ku maf û azadîyên mirovî pêş dikevin, demokrasî têne pîrozkirin, jiyanek bi rûmet û ewle tê belavkirin. Dema ku dor tê ser mafên rewa yên siyasî û çandî yên gelê Kurd, durûtiya cîhanê derdikeve holê û boyaxa li ser rûyê modernîteya kapîtalîst diherike. Ya herî eşkere ya vê durûtiyê ew bû ku dewleta Elman di sala 1993’yan de li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî PKK'ê weke rêxistineke terorîst îlan kir û hewl da rê li çalakiyên wê yên li nava welat bigire.

Dewleta Elman guh neda têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a ku du sed sal in dewam dike, hewl da PKK’ê bêedaletî nîşan bide û tasfiye bike. Mêtingerên ku ev 30 sal in Kurdistan dagirkiriye, li kêleka dewletên Ereb, Tirk û Farisan e, hewil dide gelê Kurd û vîna wî ji destên wê bigire. Qedexeyên PKK'ê yên ku tu rewatî û hincetên wê tune ne, weke astengî  derdikeve pêşiya daxwaza azadiya gelê Kurd. Ev jî di serdema me de bi awayekî eşkere berovajî nirxên mirovahiyê ye. Ji bo ku gel bi hev re wekhev û bi rûmet bijîn divê qedexeyên li ser PKK’ê tavilê bên rakirin. Em bang li gelê Elman dikin ku bi boneya meşa ji bo rakirina qedexeya PKK’ê li Berlînê bê lidarxistin, bi gelê Kurd re bibin xwedî helwest. Em gel û dostên Kurdistanê vedixwînin meşa 18'ê Mijdarê ya ku li Berlînê pêk were.”

Divê Elmanya lêborînê bixwaze

Federasyona Kurdistaniyên Azad ên li Rojhilatê Elmanyayê FED-KURD’ê jî wiha got:’’ Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xizmetê ji hemû gelan re dike. Di 26'ê Mijdara 1993'an de bi fermannameya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanter karên wê hatin qedexekirin û 30 sal in ji ber vê qedexeyê saziyên Kurdistanî û bi hezaran Kurdên li Elmanyayê hatin krîmînalîzekirin. Qedexe dûrî ji pîvanên hiqûqê ye, xwedî nakokiyên mezin e û biryareke siyasî ye. Hem biryara li doza Dusseldorfê, hem jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mijarê nîşan dane ku dewleta Elmanyayê di qedexeyê de neheqî kiriye û hate xwestin ku dewleta Elman ji gelê Kurd û PKK'ê lêborînê bixwaze û qedexeyê tavilê bi dawî bike. Em bang li gelê Kurd, dostên Kurdan, saziyên demokratîk, sendîka û kesayetên azad dikin ku 18'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Berlîn Oranîenplatzê beşdarî meşa navendî ya li Elmanyayê bibin û dawî li vê bêedaletiyê bînin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.