Parlamentera Şirnexê ya Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan pêwendiya xwe yekser hem bi siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, hem bi hiqûqa navxweyî hem jî bi rola ku hêzên navneteweyî dane Tirkiyeyê heye û got:"Tecrîda 24 saetan ku îro li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin, tecrîda mutleq a ku piştî pêvajoya 2013-2015'an hate girankirin, agahîwernegirtina bi 27 mehan, her wiha ji vê jî wêdetir ji aliyê polîtîk ve pêvajoyeke gelekî giran li holê heye."
Ocalan diyarker e
Newroz Ûysal destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê û polîtîkayên çareseriyê de xwedî cihekî diyarker e û wiha dewam kir: "Hem li ser polîtîkayê, hem jî li ser guhertinên hiqûqî, siyasî û leşkerî diyarker e. Li ser dadgerî, qanûndanîn û rêveberiyê xwedî bandoreke diyarker e. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li pirsgirêka Kurd, di mijara çareseriyê de wê polîtîkaya şer an jî demokratîkbûn bê hilbijartin, ev yek di nêzîkatiya li Ocalan de, di tecrîdê de xwe nîşan dide."
Polîtîkaya şantajê ye
Newroz Ûysal bi bîr xist ku zêdeyî 27 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin, 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re tê dayin, sê mehan carekê bi cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê re tê qedexekirin û got, "Ji rewşeke hiqûqî wêdetir polîtîk e, siyasî ye, hewldana ji bo bikaranîna mîna amûrekê ye. Hewl didin weke şantajê bi kar bînin. Hem li ser îradeya şexsî ya Birêz Abdullah Ocalan weke dîlgirtiyekî polîtîkaya şantajê tê meşandin, hem jî di mijara siyaseta giştî ya Tirkiyeyê, rêvebirina siyaseta Kurd an jî çewtkirina vê siyasetê de, bi rêya tecrîdê manîpulasyon, atmosfereke siyasî û şerê taybet tê meşandin. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan polîtîkaya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Berpirsyariya sereke ew e ku ev yek bi vî rengî bê pênasekirin, bersiv jê re bê dayin û li dijî vê yekê têkoşîn bê meşandin."
Li ber tecrîdê rabin
Newroz Ûysal destnîşan kir, ku yên ji bo guhertina destûra bingehîn bang dikin, yên ketine nava lêgerîneke hiqûqa wekhev û adil cihê sereke ku divê binirxînin Girava Îmraliyê ye û got, "Baro, hiqûqnas, aktîvîstên ku li ser mafên mirovan dixebitin, her kesên li ser qada hiqûqê îdîaya xwe hene yan jî her kesên li ser dadgeriya serbixwe xwedî gotin in, beriya her tiştî divê bala xwe bidin ser ceza û kiryarên li Îmraliyê. Eger li wir hiqûq bi cih bê anîn, guhertin bê kirin hingî li Tirkiyeyê wê guhertinek pêk were."
ANF/ENQERE