Qatilên Serdeşt hê jî serbest in

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 15:40

Rojnamevan Serdeşt Osman, xwendekarê beşa Ingilîzî ya Fakûlteya Edebiyatê ya Zanîngeha Selehedînê bû û di heman demê de rojnamevanî jî dikir. Ew di 25’ê Kanûna sala 1987’an de li Hewlêrê ji dayik bûye û 23 salî ji ber nivîsên xwe hat qetilkirin.

Serdeşt Osman, sala 2004’an dest bi nivîsandin û karê rojnamevaniyê kir. Di çend kovar û rojnameyan de nûçe, gotar û nirxandinên li ser rewşa Iraq û Kurdistanê parve kirin.

Serdeşt Osman, wê demê di malperên mîna Kurdistan Press, Kurdistan Net, Livînpress, Hewlatî, Awêne û Aştîname de nivîsand.

Gefa kuştinê lê xwarin

Serdeşt Osman, 23 salî bû û gefa kuştinê lê hat kirin. Qatilan jê re got, ‘gelek temenê te nemaye, êdî wê destûr neyê dayîn tu li Hewlêrê nefesê bistînî.’ 

Serdeşt Osman meqaleya bi navê ‘Ez aşiqê keça Barzanî me!’ roja 13’yê Îlona 2009’an weşand. Paşê hema gefa kuştinê lê hat xwarin. Kesên gef lê xwarin, xwestin ku Serdeşt Osman wêneyê xwe biweşîne, Osman di roja 2’yê Çileyê 2010’an de meqaleyek wek bersiv bi navê ‘Ne rêber xwedê ye û ne keça wî’ weşand. Her ku gef zêdetir bûn, Serdeşt Osman roja 21’ê Çileyê 2010’an meqaleyek bi navê ‘Yekemîn zengilê kuştina min hat lêdan!’ nivîsand. Rojnamevan Serdeşt Osman beriya were qetilkirin, gotibû: “Li vî bajarî (Hewlêrê) çi bibe jî ez ji vir naçim, ez ê li benda hevdîtina bi qatilên xwe re bim.”

Rojnamevan Serdeşt Osman di 4’yê Gulana 2010’an de li Hewlêrê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin û piştre di 5’ê Gulanê de cenazeyê wî hat dîtin. Ew bi awayekî hovane hatibû kuştin, cenazeyê wî avêtibûn ser rêya Hî Mezarih a nêzî cadeya Dumiz a li Mûsilê. Li ser bedena wî şopên êşkenceyê hebûn. 

Malbat doza dadgeheke bêalî dike

Bi boneya Salvegera 13´an a qetilkirina Serdeşt Osman, birayê wî Beşdar Osman ji Rojnews re got, “Me ji destpêkê ve rûniştinên dadgehê boykot kirine. Ji ber ku ew dadgeh ji aliyê hizban ve tên birêvebirin. Rojnamevan û azadîxwaz wê merasîma bîranîna Şehîd Serdeşt bi rê ve bibin. Li Kurdistan û derveyî welat jî ev dosya wê li cem me vekirî bimîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.