- Çeteyê perwerdekirî yê dewleta Tirk Onur Gencer doh destê sibê di bin çavdêriya polîsan de bi ser avahiya HDPʼê ya Îzmîrê de girt. Çete agir bi avahiyê xist û xebatkara partiyê Denîz Poyraz kuşt.
Di bin çavdêriya polîsên dewleta Tirk de kesekî bi navê Onur Gencer ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî wezîfedarkirin, ket avahiya HDPʼê ya bajarê Îzmîrê agir berda avahiyê û xebatkara HDPʼê li avahiyê Denîz Poyraz kuşt. Paşê derket holê ku qatil ji aliyê dewletê ve hatiye perwedekirin û li Sûrî û wekî din li gelek deveran hatiye wezîfedarkirin ango qatilekî bi temamî profesyonel e.
Piştî vê êrişê ya ji aliyê dewletê ve rêxistinkirî, HDPʼê daxuyaniyek da û der barê bûyerê de agahî dan. Li gorî daxuyaniya pêşî ya HDP'ê, êrişkar agir berdaye avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz kuştiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi mehan e partiya desthilatdar, Wezareta Karê Hundir partiya me dikin hedef û ji bo provokasyonan hin malbatan bi rêxistin dikin, ber bi avahiyên me yên bajaran ve dişînin. Di encama vê yekê de îro serê sibehê saet di 10:30'î de li dijî avahiya partiya me ya Îzmîrê êrişeke çekdarî hate kirin."
Êrişkar û berpirs diyar in
Rayedarên HDP'ê diyar kirin ku êrişkar Onur Gencer ê 35-40 salî ye û ragihandin ku dema xebatkara partiyê Denîz Poyraz li hundirê avahiyê bû, avêtiye ser avahiyê. Êrişkar gule li derdorê reşandiye û agir berda avahiyê. Demeke dirêj dest lê nehatiye werdan. Di êrişê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatiye kuştin. Piştî ku êriş hate bihîstin, xelk li dora avahiyê ya navçeya Konakê li hev civiya.
HDP'ê provaya provokasyonê ya 16'ê Hezîranê di dema Doza Kûmpasê ya Kobanê de li Sîncanê hate kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ev êriş encama wê provokasyonê ye.
HDP'ê got, "Armanc û peyama ji êrişê diyar e. Yên ku ev provokasyona gelekî metirsîdar kirin, yên ku rê li ber vê bûyerê vekirin; desthilatdarî ye ku partiya me, rêxistinên me yên bajaran dike hedef; Wezareta Karê Hundir e ku provokatoran bi rê ve dibe."
Wezareta Karê Hundir rêkxistiye
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê yekser ji aliyê Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk ve hatiye birêxistinkirin.
Çepnî got, "Mîna êrişa çend roj berê ya li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê hate kirin, ev êriş jî rêxistinkirî ye. Em di demeke wiha de ne, desthilatdarî ji bo ji nava çala ku ketiye derkeve provokasyonên li dijî partiya me ji nû ve xistiye dewrê. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li HDP'ê derkeve û li dora HDP'ê bicive." Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî got, "Mehên dawî me hewl dida li hemberî êrişên bi vî rengî tedbîran werbigirin. Ji ber ku desthilatdarî bi xwe bûye tetîkkêş, bûye kujer."
Denîzek çû hezar Denîzê bên
Piştî êrişê Kurdistanî li ber avahiya HDPʼê ya Îzmîrê kom bûn û slogan “Şehîd namirin” gotin. Denîz Poyraz a di êrişê de hat kuştin, diya wê Fehîme Poyraz xwest bikeve avahiya partiyê lê polîsan ew asteng kirin û wê jî got; “Gelê Kurd tim li ser piyane wê tim li ser piyan be. Denizek çû wê bi hezaran Deniz bên şûna wê”. Dayika Denîz Poyraz xwe li polîsan aciz kir û got: “Rê bidin ez ê bikevim hundir, kes nikare min bisekinîne. Zarokê min kuştin. Çi heqê we heye hûn zaroka min bikujin. Xwedê jî we bikuje. Ez dayikim. Heqê min heye ez biaxivim. Kes nikare min bêdeng bike.”
HDPiyên li ber avahiya partiyê kom bûbûn jî nerazîbûn nîşandan û ji polîsan re gotin; “hûn qatilan diparêzin”.
NAVENDA NÛÇEYAN