Qatil di nava hikûmetê de ye

Çarşem 3 Tebax 2022 - 22:18

  • Ferît Şenyaşar ê ku Nobedeta Edeletê didomîne got, “Berpirsiyarê qetlîamê, parlamenterê hikûmetê û malbata wî ye.”

Ferît Şenyaşar ê ku Nobedeta Edeletê didomîne got, “Berpirsiyarê qetlîamê, parlamenterê hikûmetê û malbata wî ye.”

Hevserê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê, 14'ê Hezîrana 2018'an li Pirsûsa ser bi Rihayê, bi destê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin qetilkirin.

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de  birîndarî bûbû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Nobetê 9’ê Adara 2021’ê dest pê kir û 514 roj in dewam dike.

Nobeta doh saetekê dereng dest pê kir, ji ber ku Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Tipa E a Xarpêtê dîl, bi rêya telefonê hevdîtin kir. Doh rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, parêzer Serdar Tum jî piştgirî da malbatê.

Ferît Şenyaşar got, “Yê ku têkoşîna vê dayîkê nebîne, nikare were Rihayê û bila ti bendewariyên wan ji gelê Rihayê nebe. Yên ji Rihayê hatine bijartin, xelkê Rihayê ji wan dipirse, ‘çima ev dayik li ber edliyeyê disekine’. Heta ku ev zilm dewam bike, Serokkomar û parlamenterên AKP’ê wê nikaribin bên Rihayê, nava xelkê. Yên ku qetlîam kirin, parlamenterê hikûmetê û maliyên wî ne.”

Parêzer Serdar Tum jî bal bire ser bêhiqûqiya di dosyayê de û got, “Ceza li Fadil Şenyaşar birrîn, ev biryar ne hiqûqî ye.”

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.