Qatil bûn hikûmet

În 9 Hezîran 2023 - 02:03

Rojnamevan Hafiz Akdemîr di salvegera 31’an a şehîdkirina xwe de hat bibîranîn. Rêveberê DFG'ê Kadrî Esen di bîranînê de got, “Pênûsa hevalên me di destê me de ye û em ê li ser şopa wan bimeşin." 

Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr, 8'ê Hezîrana 1992’yan de hat qetilkirin, li kuçeya ku navê wî lê hat kirin a li Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûra Amedê, ew hat bibîranîn. Rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), rêveber û endamên Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatkarên çapemeniya azad jî beşdarî bibîranînê bûn. Piştî meşa bêdeng a li kuçeya ku beriya bi 31 salan Hafiz Akdemîr lê hatibû qetilkirin, li cihê ku jiyana xwe ji dest da merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. 

Rêveberê DFG'ê Kadrî Esen got, "Bi dehan rojnamevan li naverasta cade û kuçeyan dihatin qetilkirin. Yek ji wan Hafiz Akdemîr bû. 31 sal derbas bûn, lê her çend kujerên wî hatin teşxîskirin û dadgehkirin jî, piştre hatin berdan. Yên ku hatin cezakirin jî piştî demekê hatin berdan. Herkes dizane ku kujerê Akdemîr kontra ye û desthilata AKP-MHP’ê bi van kontrayan re tifaq kiriye."

 

16 rojnamevan girtî ne

Esen operasyona li dijî rojnamevanên Kurd a li Amedê ya par bi bîr xist û got: "Di encama operasyonê de 16 rojnamevan hatin girtin. Di meha pêşiya me de doza wan wê bê lidarxistin. Neheqiya li hevalên me hatiye kirin, di dozê de wê derkeve holê. Em ê hemû di 11'ê Tîrmehê de vê rastiyê bibînin."

Di dawiyê de Kadrî Esen got, "Pênûsa hevalên me yên hatin qetilkirin di destê me de ye û li ser rêya wan em ê bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê em ê di şexsê Hafiz Akdemîr de hevalên xwe yên hatin qetilkirin ji bîr nekin."

Piştî axaftina Esen, beşdaran qerenfîl danîn cihê ku Akdemîr lê hatiye qetilkirin. 

Malbata Akdemîr jî li ser gora wî ya li gundê Sîsê yê bi ser Licê merasîmeke bibîranînê li dar xist. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.