Qatil bila bên girtin

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 05:05

Malbata Şenyaşar ev bû 94 roj li ber Edlîyeya Rihayê li benda edaletê ye. Emîne Şenyaşar dibêje, heta ku kurê wê Fadil bê berdan, ew ê nobeda edaletê dewam bike. 

Malbat çalakiya xwe ya nobeta edaletê li ber Edlîyeya Rihayê dewam dike. Malbatê careke din bang li berpirsiyaran kir: “Heta edalet pêk bê, em ê nobeta edaletê dewam bikin.” 

Hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurê wê bi destê Xizmên parlamenterê AKP’ê Ibrahim Halil Yildiz hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar bang dike da ku kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan. Fadil Şenyaşar ev zêdeyî 3 salan e girtî ye. Emîne Şenyaşarê got, "Ji bo cezakirina kesên ku malbata min qetil kirin û ji bo berdana kurê min, zêdeyî 3 mehan e, em çalakiya rûniştinê dikin. Mala min, malbata min xera kirin. Polês li vir jî dest ji me bernadin. Zorê li me dikin, lê belê malbata Yildiz li gorî kêfa dilê xwe digere. Yên ku zarokên min qetil kirin bila bên girtin." 

Malbata Şenyaşar a ku beriya 4 rojan jî baro çûbûn serdana wê, got, "Kesên ku tên serdana me, bêhna me fireh dikin. Pêwîstiya me bi alîkariya her kesî heye.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.