Qanûnan binpê dikin

Duşem 5 Sibat 2024 - 00:55

Li Herêma Kurdistanê li şûna parastina mafê mirovan, rojane di serî de azadiya fikir û raman, mafê mirovan tê binpêkirin. Rojnamevan ji ber karên xwe tên girtin, revandin û qetilkirin. Herî rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û 104 rojin agahî jê nayê girtin.

Derbarê mijarê de Rêveberê Desteya Mafê Mirovan ya li Silêmaniyê Sabîr Abdullah axivî. Sabîr Abdullah got ku li gorî danezana mafê mirovan karê rojnamevaniyê yek ji mafê sereke yê mirovane, divê azadiya fikir û raman hebe û rêz lê were girtin. Di dewama axaftina xwe de Sabîr got; “Azadiya karê rojnamevanan tê binpêkirin, rojnamevan tên girtin û kel û pelên wan jî tên şikandin. Weke Desteya Mafê Mirovan ya li Silêmaniyê, em van binpêkirinên dijî rojnamevanan dişopînin. Lê mixabin rojnamevan bê biryara dadwer tên girtin û danûstandinek derveyî prensîbên mafê mirovan li wan tên kirin. Ev jî cihê xemginiyê ye.”

Sabîr Abdullah di dewama axaftina xwe de behsa revandina rojnamevan Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve jî kir û got; “Binçavkirina her rojnamevanek derveyî yasa û bê biryara dadwer, binpêkirinek eşkere ya li hemberî mafê mirovane. Divê rojnamevan neyên girtin, dema tên binçavkirin jî divê li gorî yasa û madeya 35 ya karê rojnamevanê danustandin bi wan re were kirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.