‘Qanûna Îstîsnayê’ bo Ocalan sazkar kirin

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 02:35

Parêzer Emran Emekçî beriya êrîşên 11ê Îlonê cara pêşî dema ku Rêber Ocalan bi komployeke navnetewî hatiye radestkirin ‘Qanûna Îstîsnayê’ hatiye sazkarkirin, Îmralî weke ‘parçeyek komployê’ pênase kir û got dijî taktîka ku Ocalan ji rojevê derxin ew ê li Ocalan ango li azadiyê xwedî derkevin.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Emran Emekçî  diyar kir ku bi Abdullah Ocalan re hevsengiyên li Rojhilata Navîn dîsa dest bi guhertinê kirin û tevgera bi pêşengiya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêşketineke mezin nîşan da û diyar kir ku ev rewş ji aliye hêzên kurewî ve weke tehdîdekê tê dîtin. 

Ocalan: Ez ne şervanê kesî me

Emekçî anî zimên li dijî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Ocalan, Proejya Rojhilata Navîn a Mezin a DYE’yê hebû, xwestin ku Ocalan bikişînin ser vê projeye lê piştî ku Ocalan bi gotina,ez şervanê azadiyê me, nikarim bibim şervanê ti kesî’ ev red kiriye dîtine ku nikarin Ocalan kontrol bikin û got,’’Pêşî xwestin di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê bi sûîqesteke bombebarkirî wî bi awayekî fizîkî tune bikin. Ev komplo bi plansaziya hundir û derve gav bi gav hatin pêşxistin.’’

Qanûna Îstîsnayê bi Ocalan dest pê kir

Emekçî anî zimên tê gotin piştî êrîşa 11’ê Îlonê DYE’yê il cîhanê rejîmeke nû ya hiqûqî ya îstîsnayê ava kir, pêvajoya girtina Ocalan bi bîr xist û got,’’Hikûmeta Kenyayê tu bertek nîşan neda. Hate gotin, 'Abdullah Ocalan kesekî xeternak e ku gefan li hemû dewletên cîhanê dixwe, lewma bi peymanên zemmî dikare bê revandin’. Bi gotineke din, ya ku em jê re dibêjin qanûna îstisnayê ev e. Ji ber ku Ewropa jî ji pergala xwe ya hiqûqî derket. DMME’yê jî li vir ser vê revandina korsan nixumand. ‘’

Îmralî parçeyek komployê ye

 Emekçî anî ziman ku piştî Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bi darizandinên demek kurt de cezayê darvekirinê lê hat birin wek “baypaskirina hiqûqê” şîrove kir û got: “Di vê dema kurt de mafê parastinê jî li birêz Ocalan nehat nasîn. Bi hiqûqa nebûyî re niha tecrîdê gav bi gav giran kirin. Girtîgeha Îmraliyê jî parçeyek komployê ye. Dema min bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir, digot ku pergala Îmraliyê bi sê lîngên ku ji DYA, Ewropa û Tirkiyeyê pêk tê, tê birêvebirin. Komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin.’’

Taktîka ji rojevê derxistinê

Emekçî axaftina xwe bi dawî kir: “Dixwazin birêz Ocalan bi taktîka ji rojevê derxin, ji bîr bikin û bi demê re belav bikin, em ê bi hesasiyetê ji rojevê dernexin. Ji ber ku Îmralî tê wateya rizgariya me hemûyan. Wateya wê ne tenê rizgariya kurdan, rizgariya dar û devî û avê ye. Derketina ji krîza aborî tê wateya bidawîbûna şer û pereyê ku ji bo şer tê xerckirin. Xwedîderketina birêz Ocalan xwedî derketina azadiyê ye.” 

MA/ÎBRAHÎM IRMAK/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.