Qadên Newrozê dagirin

În 19 Adar 2021 - 10:11

  • PKKʼê xwest Kurdistanî û dostên xwe yên li welêt û li derveyî welêt guh nedin ti astengiyê, qadên Newrozê dagirin û pêngava 'Dema azadiyê' ya ji bo serbestiya Rêber Apo li qadên Newrozê bigihînin asta herî bilind. 

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

PKKʼê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk-şoreşger di Newrozeke nû de ne û got: “Em vê Newrozê bi ruhê serketina Garê, bi pêngava berxwedanê ya 'dema azadiyê' pêşwazî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe. Di nava coşa 8'ê Adarê ya Şoreşa Azadiyê ya Jinê de pîroz dikin ku li Kurdistanê bi pêş ve çû û li tevahiya cîhanê belav bû.

Li ser vê bingehê, em ruhê serketinê yê Garê ku gerîlayên me yên leheng afirandin û coşa 8'ê Adarê silav dikin. Cejna Azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me û dostan pîroz dikin. Di şexsê şehîdê me yê mezin ê Newrozê Mazlûm Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di sala nû ya Newrozê de ji her kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin serketinê dixwazin.

Li pey lîstik û provokasyonan in

Di daxuyaniyê de qonaxên dîrokî yên Newrozê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têne bi bîr xistin û tê gotin: “Di demekê de ku em; tevger û gel pêşwaziyê li Newrozeke nû dikin, dijminên Kurdan bi taybetî li Şengalê û Rojava li pey lîstik û provokasyonên nû ne. Ji aliyekî ve hewl didin bikevin nava têkilî û tifaqên nû, ji aliyekî jî zextên leşkerî û gefan dixwin. Bi vî rengî, ji wan we ye ku gelê me yê ji gef û komkujiyên DAÎŞ'ê netirsiya, wê ji wan bitirse! Xelkê me yê Şengal û Rojava bi berxwedana bi lehengî nîşan dan ku ev yek wê pêk neyê, wê her cûre lîstikan têk bibin. 

Têkoşîna hevpar mezin bikin

Li pêş çavan e ku têkoşîna azadiyê ya gelê me û hêzên me yên gerîla yên leheng ji sînorên Kurdistanê jî wêde çûye û li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê belav dibe. Li herêmê û her devera cîhanê hêzên demokratîk û şoreşger û bindest, li dijî hevkarî û faşîzma AKP-MHP'ê hîn bi xurtî piştgiriyê didin têkoşîna me ya azadiyê. Têkoşîna azadiyê ya gelê me weke têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê dibînin. Bi wesîleya Cejna me ya Azadiyê Newrozê em têkoşîna wan hemûyan ên ji bo azadî û demokrasiyê silav dikin, bang li bindestan û hêzên demokratîk-şoreşger dikin ku bi gelê me û tevgera me ya azadiyê re hîn bi xurtî têkiliyê deynin, piştevaniyê bikin û li dijî faşîzmê, têkoşîna hevpar mezin bikin.

Bi ruhê Garê û 8ʼê Adarê pîroz bikin

Hêzên faşîst-qirker, efendiyên wan ên emperyalîst û xulamên wan ên noker çiqasî êriş dikin bila bikin wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya gelê me asteng bikin, têkoşîna me wê di pîrozbahiyên Newrozê de bigihêje asta herî bilind. Gelê me û dostên me yên li Kurdistanê û derveyî welat guh nedin ti astengiyan, qadên Newrozê dagirin û pêngava me ya 'Dema azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ewlekarî u tenduristiya Rêber Apo ye, di Newrozê de bigihînin asta herî bilind. Bi vê bîr û baweriyê Newrozê careke din li her kesên ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin, di serî de jin û ciwan bang li tevahiya gelê me û dostên me dikin ku li her derê dakevin qadên Newrozê, Cejna me ya Azadiyê Newrozê bi ruhê Garê û 8'ê Adarê bi coş pîroz bikin."

 

Ruhê Newrozê bilind bikin 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik peyamek bi dîmen weşand, Newroz li her kesî pîroz kir û got, "Li ku dibe bila bibe divê gelê me biherike qadên Newrozê û li dijî AKP a ku Dehaq ê zalim temsîl dike, bi ruhê berxwedanê yê Kawa têbikoşe."

Di peyama bi dîmen a ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê weşandî de tê gotin, Dewleta Tirk a faşîst dijminê gelên Rojhilata Navîn û demokrasiyê ye. Lewma dem dema bilindkirina ruhê Newrozê ye. Weke ku tê zanîn, di dîrokê de Dehaq zilm li Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dikir. Kawayê Hesinkar li ber Dehaq ê zalim rabû û agirê Newrozê geş kir. Piştî raperîna Kawayê Hesinkar, Dehaq ê zalim têk çû û ji bo gelên Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kir. Di vê demê de jî AKP-MHP Dehaq ê zalim temsîl dike. Mîna Kawayê hesinkar ê ku agirê azadiyê dada û Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan divê mirov li ber faşîzmê rabin, têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bikin. Daxwaza min ji gelê me ew e; li ku dibin bila bibin divê li qadên Newrozê bicivin û ruhê Newrozê bilind bikin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.