Qadên gerîla 23 caran hatin bombekirin

Yekşem 12 Adar 2023 - 15:38

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayê û erdê ve 23 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye;

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên li ser hêzên me yên di parastinê de ne, dewam dike. Herêmên Parastinê yên Medyayê 23 caran ji aliyê dagirkeran ve hate bombekirin.

10'ê Adarê qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 21 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.