Pûtîn Ingilîstanê tohmetbar dike

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 04:28

  • Peskov diyar kir ku bersiva van çalakiyan wê were dayîn û bêdengiya welatên Ewrûpayê şermezar kir.

Li gorî Qesra Kremlînê, Meliktiya Yekgirtî (bi navend Ingilîstan) di Îlonê de êrişa li dijî xetên lûleyên gazê yên Nord Stream 1 û 2 koordîne kiriye.

Berdevkê Kremlînê, Dmîtrî Peskov ji çapemeniyê re got, “Li gorî servîsên me yên istîxbaratê êriş ji aliyê leşkerên pispor ên Brîtanyayê ve hatine kirin. Delîl hene ku nîşan didin Brîtanya tevlî vê êrişa terorîst li hemberî binesaziya enerjiyê bûye.”

Peskov diyar kir ku bersiva van çalakiyan wê were dayîn û bêdengiya welatên Ewrûpayê şermezar kir.

Di 26’ê Îlonê de nêzî girava Bornholmê ya Danîmarkayê di xetên lûleyên gazê yên Nord Stream 1 û 2’ê de bi giştî li çar deveran hatibû tespîtkirin ku gaz ji ber lûleyan diçe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.