Provokatorê dewletê ye

Pêncşem 23 Îlon 2021 - 03:34

  • Kurê Mehmet Laçîn ê provokatorê dewleta Tirk, Ozer Laçîn:  Armanca wî ne pirskirina zaroka wî ye. Wisa bûya, wî rewş nedianî asta hevberdanê û êşkence, tacîz nedikir. Heke xwişka min xema wî bûya, wiha nedikir. Diçe li wir dibêje, 'Ez bêriya keça xwe dikim, keça min canê min e'. Ev ne rast e. Mesele ew ku dayika min ew terikandiye.

Dewleta Tirk li Amedê û hin deverên din bi pereyan gelek kes birin ber deriyê avahiyên HDP´ê û li wir çalakiyên "zarokên me bînin" bi wan dan kirin. Di nava van zarokan te pitik jî hebûn ku li ber avê çûn, lê dewletê ev çalakiya xwe berfereh kir. Dewleta Tirk ji Izmîrê jî Mehmet Laçîn bir ber deriyê Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqerê. Kurê wî Ozer Laçîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji Gokhan Altay û Ozgur Paksoy re peyivî û got, zarok ne xema wî ne, ew tenê dixwaze dayika wan aciz bike. 

Ji Îlona 2019´an ve dewleta Tirk gelek kesên ku îdîa dikin zarokên wan bûne gerîla, danîne ber deriyê avahiya HDP´a Amedê. Yek ji wan jî Mehmet Laçîn e. Wezareta Karê Hundir û Miduriyeta Polêsan Mehmet Laçîn pêşî destpêka sala 2020'an li ber avahiya HDP'ê ya Amedê bi cih kirin. Piştî demekê Laçîn ji Amedê çû Izmîrê û li ber avahiya HDP'ê ya Izmîrê kon veda. Navê Laçîn dema qetilkirina Denîz Poyraz jî hatibû rojevê. Rayedarên HDP'ê, gotibûn, Mehmet Laçîn ji kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer re çavdêrî kiriye. 

Dewleta Tirk 16'ê Îlonê, Mehmet Laçîn ji Izmîrê bir Enqerê û xwest ew li ber Navenda Giştî ya HDP'ê kon vede. Lê parlamenterên HDP'ê nehiştin "kujerê Denîz Poyraz bînin" ber HDP'ê û pê kon bidin vedan. Keça Laçîn, di hevpeyvînekê ji ANF´ê e gotibû, bavê wê derewan dike û kesî ew nerevandiye û ew bi dilê xwe li dijî dagirkeirya Tirk şer dike. Wê hingê malbatên bi ya dewletê dikin we xapandî û di nava korta xiyanetê de bi nav kiribûn.

MA´yê xwe gihand kurê Mehmet Laçîn, Ozer Laçîn ê 26 salî. 
 
Herro duro li wan xistiye

Ozer Laçîn niha bi dayika xwe re dimîne. Wî got, bavê wî bi salan şidet li wan kiriye: "Ji 4 saliya min ve bavê min şidetê li me tevahî malbatê dike. Em 3 xwişk û bira ne û bavê min 2 caran zewiciye. Beriya bi 12 salan ji ber şideta ku bavê min lê dikir, dayika min terka bavê min kir. Dayik û xwişka min ji Izmîrê çûne Kocaeliyê. Piştî vê veqetandinê, ez jî çûm Kocaeliyê. 6-7 sal e têkiliya min bi bavê min re tine ye. Dema pêvajoya devjihevberdanê, bavê min bi awayekî sîstematîk bi salan şidet li min, xwişka min û dayika min kir. Ji bo ku malbat ji hev nekeve, me sebir kir û got, dibe ku sererast bibe. Lê dewam kir û veguherî şerên bixwîn. Piştre em çûn Kocaeliyê. Ev 12-13 sal in em ji hev cuda ne. Ji bo bavtiyê tiştek nekiriye û mîna dijminan tevdigere. Piştî vê, me jî biryar da ku em wî nebînin."
 
Bêbextiyan dike 

Li ser êşkenceyên bavê xwe, Ozer Laçîn, destnîşan kir ku ji ber êşkenceya bavê wî lê kiriye, demeke dirêj beşeke porê wî şîn nebûye û salekê zêdetir derman bûye: "Anîbû asteke wisa ku ji 2 rojan carekê ku ji bo parastina xwe, du rojan carekê me telefonî polêsan dikir û digot, 'Werin, dayika min dikuje'. Piştî devjihevberdanê, carinan bavê min dixwest bi min re têkiliyê deyne, lê min ev qebûl nekir. Bêbextiyan û heqaretê li dayika min dike. Bi vî awayî têkiliyê datîne. Ez vê qebûl nakim. Xwest min bike şahidê bêbextiyên xwe yên li dayika min dike. Min jî qebûl nekir."
 
Zarokên wî ne xema wî ne

Laçîn, da zanîn ku bavê wî ji ber ku bi dayika wî re namîne, bêbextiyan li dayika wî dike û têkildarî li ber avahiya HDP´ê sekinîna bavê xwe jî got, "Armanca wî ne pirskirina zaroka wî ye. Lewma ew ne ew bav e ku zaroka wî xema wî be. Wisa bûya, wî rewş nedianî asta hevberdanê û êşkence, tacîz nedikir. Heke xwişka min xema wî bûya, wiha nedikir. Diçe li wir dibêje, 'Ez bêriya keça xwe dikim, keça min canê min e'. Ev ne rast e. Di rastiyê de şelaqiyê dike. Daxuyaniyên wî yên dawiyê bişopînin; dayika min dike hedef, qala xalê min dike. Mesele ew e ku dayika min ew terikandiye. Dayika min me digire dibe û ew jî vê li xwe danayne."
 
Walîtiyê telefonî wî kiriye

Ji gotinên Ozer Laçîn diyar dibe ku dewleta Tirk bavê wî û malbatên din jî birine ber avahiya HDP´ê: "Dema ku çû Amedê, xwest min bibîne. Peyam şand, min bersiv nedayê. 4-5 caran telefonî min kir. Piştî ku çû, hew telefonî min kir. Digot, 'Em hev bibînin, min bêriya te kiriye.' Dixwaze min jî bi kar bîne. Dixwaze nîşan bide ku ji zarokên xwe hez dike. Ji ber vê min ti têkilî pê re dananî.

Ji bilî bavê min, Walîtiya Amedê jî xwest bi min re têkiliyê deyne. Par telefon kirin, pirsa xwişka min kirin û gotin, 'Werin em biaxivin'."

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.