Propagandayeke pêkenok

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:30

Berpirsê kampanyayên taybet yên Iraqê yê Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) Bîsan Feqye derbarê rewşa azadî, karê rojnamevanî ya li Herêma Kurdistanê û propagandaya hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê ya derbarê azadiya rojnamevaniyê de, daxuyaniyek belav kir.

Bîsan Feqye destpêkê bang li desthilatdarên Herêma Kurdistan û Iraqê kir da ku destdirêjiyên ser rojnamevaniyê bidin rawestandin û got:“Desthilatdarên Herêma Kurdistanê pesnê azadiya rojnamevaniyê didin û bivê yekê şanaz in, lê ev yek ji bilî propagandayeke pêkenokî, tiştek din nîne. Bêdengkirina li ser azadiya rojnamevanî, tacîz, tirsandin û darizandina rojnamevanan dewam dike.” Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên desthilatdaran yên li ser azadiya rojnamevanî, çandeke tirsê ava kiriye, ev yek jî ji bo bêdengkirina xwepêşandanên aştiyane tê kirin da ku kesên gendeliyê dikin bêceza bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.