Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê Mesûd Mihemed da zanîn ku Gerînendetiya Avê ya Kobanê heta niha zêdetirî ji sedî 70`yê projeyên xwe yên sereke qedandine.
Gerînendetiyê li taxên Botan Xerbî û Şehîd Ebdo yên rojavayê bajêr torên avê bi dirêjahiya 2 hezar metreyan danîn.
Li gundên Dîkmedaş û Kor Elî yên rojavayê Kobanê û nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê jî torên avê hatin berfirehkirin. Li bajarokê Pêndir ê navçeya Qenayê jî torên avê hatin berfirehkirin. Her wiha li gundewarê rojhilat tora avê ya navçeya Şêran hat berfirehkirin û bîrek li gundê Cûm Elî bi hevkariya şêniyan û gerînendetiyê hat kolandin. Bîr wê di rojên bê de bikeve xizmetê.
Mesûd Mihemed diyar kir ku ew giraniyê didin projeyên sereke weke berfirehkirina torên avê û gihandina avê ji bo gundên ku bîrên wan zuha bûne û got: "Bi dawiya salê re em ê zêdetirî ji sedî 90`ê projeyên xwe yên îsal pêk bînin."
ANHA/KOBANÊ