Înîsiyatîfa Keziyên Kesk, Cotmeha 2020’an ava bû. Armanca wê ew e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deverên hêşînahiyê zêde bike. Navê ‘Keziyên Kesk’ ji têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha keziyên jinên Êzîdî yên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, hatiye girtin. 

Endama însiyatifê Xefşê Erefat li ser xebatên xwe got: “Kêmbûna oksîjenê li herêmê faktoreke girîng a zêdebûna nexweşiyên cuda ye. Armanca me ew e ku em xebata bi gel re baştir bikin. Em ê vê yekê bi çandina şitilan bi hev re bikin.
Piştî ku şitil ji aliyê pisporan ve li herêman hatin belavkirin, dê di demeke kurt de biçînin. Niha pirr piçûk xuya dikin, lê dema ku ax bi av û oksîjenê têr bû, zûtir şîn dibin. Em ê li gel jî belav bikin. Lê belê pirsgirêk ne tenê çandina şitlan e, di heman demê de divê ev xebat bê dewamkirin. Em hewl didin vê hişmendiyê jî çêkin. Ji ber vê yekê, divê kesên ku şitlan diçînin jî bi berpirsyarî tev bigerin." 

Hisên Feysel (58) ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar maye ji Efrînê koç bike û niha li hewşa Zanîngeha Rojava tevkariyê li Keziyên Kesk dike, ev 30 sal in şitilan diçîne. Feysel jî wiha peyivî: "Em kulîlkên şevînê diçînin. Ev 30 sal e ez vî karî dikim. Ez şitilên gulan û darên din ên bedew diçînim. Ez niha gulên şevînê mezin dikim. Eger ev gul baş lê werin nihêrandin, gelekî mezin dibin û bêhneke xweş didin.”
 

ANHA/QAMIŞLO