Parlamentoya Iraqê projeyasaya Êzîdiyên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin pejirand û serokwezîrê Iraqê jî biryar weke pêngaveke girîng bi nav kir.

Pêr projeyasaya Êzîdiyên hatine rizgarkirin ku ji aliyê lijneya Peywendiyan ya Parlamentoya Iraqê ve hatibû amadekirin, li parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan hate pejirandin.

Di projeyasayê de sûcên çeteyên DAIŞ yên hemberî Êzîdî û pêkhateyên din yên li Iraqê, weke jenosîd û sucê dijî mirovahiyê hate diyarkirin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser pejirandina biryarê got; “Pejirandina yasaya Êzîdiyên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, ji bo Şengal alîkarî ye.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ