‘Projeya neteweya demokratîk pêk tê’

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 01:07

  • Salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê doh bi şahiyeke hate pîrozkirin. 

Salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê doh bi şahiyeke hate pîrozkirin. 

Şahî li Yarîgeha Reş a Reqayê hat lidarxistin. Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, hevseroka meclisê Leyla Mistefa bixêrhatina mêvanan kir û salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê li hevjîn û malbatên şehîdan pîroz kir. 

Leyla got: “Xortên Reqayê, Tebqa, Dêrazor û Kobanê di oxira rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn. Îro bi saya hêzên me yên ewlehiyê, li Reqayê aramî û ewlehî heye. Bi ked û hevgirtina şêniyên bajêr bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê û Gundewarên Wê re, Reqa ji nû ve hate avakirin.”

Her wiha Leyla Mistefa teqez kir ku piştî Reqa ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, bû cihekî ewle ji bo hemû welatiyên Sûriyê.  Leyla wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dê Reqa ji bo hemû herêmên Sûriyê bibe nimûne. Ji vir wê aramî li seranserê Sûriyê belav bibe. Jina Reqayê îsbat kir ku ew dikare di avakirina civakeke pêşketî de, pêşeng be.”

Em efû nakin

Bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel Salim wiha axivî: “Em îro salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê pîroz dikin, em malbatên şehîdan silav dikin û dibêjin ku fedakariyên zarokên we ji me re şerefek e. Kesên ku destê wan di kuştina gelê me û piştgiriya terora DAIŞ`ê de hebe, em efû nakin.”

Bi saya fedekariyên şehîdên me

Yek ji endamên rêveberiya Kombûna Jinên Zeyûbiya a Reqayê Itîmad El-Ehmed jî wiha peyivî: “Em îro bi saya fedekariyên şehîdên me li vir in. Piştî 4 salan ji rizgarkirinê, li bajarê Reqayê projeya neteweya demokratîk pêk tê, ev projeya jiyana hevbeş û biratiya gelan û sembola edalet û wekheviyê ye. Em bi vê boneya pîroz hêvî dikin ku aştî li seranserê herêmên Sûriyê pêk were.”

Şahiyê bi stranên folklorîk dewam kir.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.